Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê pêşmergeyekî Partiya Demokrat çû ser dilovaniya xwe

21:16 - 11 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: “Mihemedelî Kemanger” bavê pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, xelkê gundê “Tifîn” a ser bi bajarê Kamyaranê, bi sebeba nexweşiyê çû ser dilovaniya xwe.

Li gor nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Şemiyê 9’ê Çileya Paşîn a 2016’an, “Mihemedelî Kemanger” bavê “Cemal Kemanger” Pêşmergê Partiya demokrat a Kurdsitana Îranê, xelkê gundê “Tifîn” a ser bi bajarê Kamyaranê, di temenê 67 saliyê de bi sebeba nexweşiyê di nexweneyeke bajarê Kirmaşanê de, koça dawiyê kir.

Navbirî piştî demek berxwedan li hember nexweşiya Şêrpencê, li nexweşxaneyeke bajarê Kirmaşanê de koça dawiyê kir.

Mihemedelî Kemanger kurê “Mihemed şerîf Kemanger kesayetiyekî naskirî û navdeng di Herêma “Bîlewer” a girêdayî bajarê Kamyaranê û cihê baweriyê li nav xelkê herêmê de bû.

Termê Mihemedelî li nav girseya xizm û kes û kar û dostên wî di herêma Bîlewer a ser bi Kamyaranê bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdsitana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û kes û karên Mihemedelî Kemanger û xwe di vê xem û kesera wan de şirîk dizane.