Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îslamî û kultura bê exlaqiyê

19:57 - 17 Kanûna Paşîn 2016

Kerîm Perwîzî

Dema ku bas ji exlaq tê kirin, li gora gotina bîrmendan û xwedîhizran komek rê û şûn û pîvan di dêna (hişê) mirov de cih digrin û tên û diçin, ku hişkegirêyên civakê li gora wan nezm û rê û şûnan li dewra nexşeyekê de hatine raçandin ku di rûçikê xwe yê giştî de, diyardeyek û derkewtek bi navê şunas û rûçikê kulturî û çandî ê vê civakê nîşanî ên din dide.

Her ji vê dîtingehê ve exlaq pêk tê ji destewaje û ziman û hevok û peyv û harmoniya reftarî ya netewe û civakekê ku bîner û berdengê din, bi bi wan ve vê civak û neteweyê pê nas dikin, lewra dema ku navê netewe û civakekê tê birin, bi bê yek û du, hinek ji zêhniyeta berê xwe dixe mêjiyê mirov de.

Bo mînak her ku navê neteweya Japonî tê birin, di dêna berdeng (muxatib) de, serûberî û disiplîn tê pêş, û xwe nîşan dide. Yan dema ku bas ji gelê Muxul tê kirin, di dêna mirovê Rojhilata Navîn de, Mixul dibe mînaka xwînrêtin û xwînperestiyê.

Bi salan e ku deshilata Komara Îslamiya Îranê bi peleqaje û pîlan û çewtekariyan, hewl dane ku rûçikê rejîmeke dadperwer ji xwe nîşan bidin, her wekî bi xwe dibêjin dibin “Omolqorayê Îslamî”, û rûçikeke nûranî ji rêberê rejîmê nîşan bidin, ku ew qas di nav tiştên îlahî û dînî de çûye xwar, û ew qas di xema hejaran û dîndaran de ye ku nûr ji rûyê wê dibare.

Eva hezkirina rejîma Îslamiya Îranê ye ku dixwaze wisa bibînin, lê gelo di ratsî de xelk jî wisa dibînin? Gelo neteweyên Îranê Xamineyî û rejîma wî bi tişteke nûranî dibînin? Gelo gelên herêma Rojhilat rejîma Îranê bi rejîma Mêhr û dostî û aştî dibînin? Gelo xlkê cîhanê rejîma Wilayeta Feqîhî bi rejîma dad û dadperwerî û parastina kerameta mirov û parêzerê aştiya cîhanî dibînin?

Her takeke Kurdistanê ku navê Xamineyî û rejîma Komara Îslamiya Îranê bîne, teror û gefxwarin û sêdareyê di çavên wan de dibînî.

Tak bi takên neteweyên belengaz ên Îranê navê Komara Îslamî digel girtîgh û îşkence û zendeqbirinê de hevta dibînin.

Piştî çend salên berdewam ku berpirsyarên rejîmê bas ji exlaqê Îslamî kirine, niha her takeke nav Îranê çend deqeyan hekî di nava ragehandinên rejîmê de li pey lêdwanên ayetullahên mude’iyê exlaq bigerin, digel cîhaneke seyr û semere û balkêş û pirr ji bê exlaqî û sivikatî û bêrêziyê berbirû dibe.

Yên ku berpirsyrên asta herî serve ya rejîmê ne, dibêjne rikeberên xwe Diz, ereqxor, gendel, bêbesîret, sergêj, bê eqil, sade, xapandî û derevker û bêheya û …hwd bepirsyarên rejîmê jî ku li ser xelkê qise dikin, yan bi “xes û xaşak” (toz û xalî) yan bi emrazê destên bîhaniyan nav dibin, yan wekî axayê Rûhanî dibêjne wan tirsenok û bê nasname.

Axayê Xamineyî jî ku rêkordarê sivikatî û bê hurmetîkirin bi hemiyan, û bi taybetî kesên herî nêzîk ên xwe, di nav rejîmê de ye. Diyare ku xîmê sivikatî û bêrêzî û hurmetşikandin û bê exlaqiya rejîmê bi destê Xomênî hate danîn û rêberên rejîmê rêvîng û dirêjîpêderên rastîn ên vê çavkaniya bê exlaqiyê ne, ku her rojê li pey peyv û destewajeyên nûtir de digerin, da ku yektir pê sivik bikin.

Bi vê pêkê ger bas ji rejîma Îslamiya Îranê tê kirin, sîmaya rejîmê û girûpeke tejî ji sivikatî û bê hurmetiyê, ku tu girêdayîbûnek û pêbendbûnek heta di hemberî hevalên xwe ên herî nêzîk de tuneye, tê wênakirin, û di dêna bîner û berdengan de, rejîma Îranê bûye sembola bê exlaqiyê.