Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diya du şehîdên PDKÎ li Pîranşarê çû ser dilovaniya Xwedê

22:21 - 18 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Fatime Mewlanî diya du şehîdên PDKÎ li temenê 110 saliyê de li bajarê Pîranarê de çû ser dilovaniya xwe.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, roja 26’ê Befranbarê Fatime Mewlanî keça Ebdullah, diya du şehîdên PDKÎ şehîdan Îbrahîm û Qadir Fer’anî xelkê Pîranşarê li temenê 110 saliyê de bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

13324.jpg
Termê navbirî di nav girseya xelkê Pîranşarê de bi axê hate spartin.

Hêjayî basê ye ku Şehîd Îbrahîm sala 1358 (1979)’an di Serdeştê de piştî şerekî qehremanane li dijî hêzên rejîma Îranê şehîd bibû, û şehîd Qadir jî di şerekî giran di herêma Husên Awa ya Mehabadê de şehîd bibû.

PDKÎ sersaxiyê dibêje xizm û kes û karên navbirî, û xwe di xema wan de şirîk û hevpar dizane.