Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên endam û alîgirên Partiya Demokrat bi boneya 2’yê Rêbendanê berdewam e

20:15 - 25 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Li bajarên Rojhilata Kurdistanê, 2’yê Rêbendanê,salroja damezrandina Komara Kurdistanê,ji aliyê endamên tekoşer yên Partiya Demkratîk a Kurdistana Îranê bi bilindî hate nirxandin.

Li gor nûçeyên ku gihiştine malpera Kurdistanmedia, bi boneya 2’ê Rêbendanê,leheng û ciwanên demokrat,70’mîn salroja damezirandina Komara Kurdistaniyan bi birêvebirina çalakiyên teblîxî,bilindî nirxandin.

Balanîş

Ciwanên Demokrat li bajarokê Balanîşê, pêşwazî kirin ji salvegera damezrandina Komara Kurdistanê û ew roj bilind nirxandin.

Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Balnişînê,poster û pankartên taybet ji bona 2’yê Rêbendanê,DVD û gotobêjên Dr. Qasimlo, yên sala 1368’an ku di kanala “BBC” qise kiribû, belav kirine.

Di piraniya kolanên Balanişê,endam û alîgirên Partiya Demokrat a Îranê,poster, pankart û wêneyên taybet ji bona 2’yê Rêbendanê belav kirine.

Ew karê ku endam û alîgirên Partiya Demokrat di demekê de bûye ku,caş û kirêgirtiyên rejîma Îranê, hevayê wê bajarî bi giştî militarize kirine.

Bokan

Endamên Partiya Demokrat di bajarê Bokanê,ev çend car in ku çalakiyên teblîxî bo 2’yê Rêbendanê bi rê ve dibin û li ser çiyayê “Qujaxlu” gundê “Hacîawa” çûmî Mecîdxan,agir bo 2’yê Rêbendanê hilkirine .

Herwiha bi boneya 2’yê Rêbendanê,ji bona keyfxaşiyê gulle hatine teqandin, cihê ku çalakiyên teblîxî tê de hatine birêvebirin:
“Mîrawa,ser rêka Hemamiyan,nêzîkê Hemaman,gundê Karêzê yê Mîrawa,ber bi Mizgevtê,ser rêka zankoya Îlma Karbordî,pira Kuse,cadeya Zeytunî a Bakur li Eşayêr,kolana nexweşxaneya kevin,li ber deriyê avahiya dozgeriyê,cadeya Nesacî,şehreka Nesacî,cadeya Serdarezîzxanî Mokirî,cadeya Merîwanê,cadeya yek şev,nêzîkê hemama Hacî şax û cadeya Zeytûn”.

13451.jpg

13450.jpg

13452.jpg

13447.jpg

13449.jpg

13454.jpg

13453.jpg