Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka endameke berê yê Komîteya Navendî a PDKÎ di bajarê Urmiyê de koça dawiyê kir

21:16 - 26 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Dayîka şehîd “Elî Kaşifpûr” endamê berê yê rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi navê “Nîşan” malavaî ji jiyanê kir.

Li gor nûçeya ku gihiştiye nûçegihaniya Kurdistanmedia,roja Yekşemiyê hevkat digel 4’ê Rêbendana 1394’an, “Nîşan” dayîka şehîd Elî Kaşifpûr endamê berê yê komîteya navendî a Partiya Demokrata Kurdista Îranê,di temenê 90 saliyê de,di bajarê Urmiyê bi sebeba pîrbûnê û nexweşiyê koça dawiyê kir.

13482.jpg
Dayîka Nîşan yek ji wan jinên şoreşger bû ku bi sebeba bergirî ji armancên neteweya kurd di dema jiyana xwe de, êşek mezin kêşand.

Şehîd Elî di bajarê “Qonyayê” li Tirkiyê di sala 1369’an de ji aliyê rejîma terorîstî a Îslamiya Îranê ve hatiye terorkirin.

Dayîka Nîşan piştî terorkirina kurê xwe, ber bi welatê Hulendê ve koç kiribû. Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, serxweşiyê dibêje xizm û kes û karê dayîka Nîşan, û xwe şirîkê xema wan dizane.