Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê li “Serdeştê” çû ser dilovaniya xwe

20:45 - 27 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedi: Mam Hesen Pûrmend babê şehîd “Salih Pûrmend”, li bajarê Serdeştê çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmedia yê, roja Înê berwarê 2’ê Rêbendan a sal 1394’an a Rojî, Mam Hesen Pûrmend babê şehîd Salih Pûrmrend di temenê 70 saliyê de kûça dawiyê kir.
13524.jpeg
Mam Hesen di dema kimyabarana bajarê Serdeştê de jehrawî dibe û heya dawiya jiyana xwe bi destê derencamên kimiyabaranê ve dinaland.

Mam Hesen kesatiyek naskirî yê derdora Serdeştê bû û her roja Înê di nava aporaya xelkê deverê bi axa pîroz ya nîştiman hate sipartin.

Şehîd Salih Pûrmend kurê mam Hesen sala 1335’an a Rojî li bajarê Serdeştê hatiye dinê û piştî ku çeka şerefê yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê dike milê xwe, roja 10’ê Rêbendana sala 1359’an li cihekê bi navê “Warşê ya Qaziyawê” mixabin şehîd dikewe.

Her di vê derheqê de Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên Mam Hesen û xwe di xem û kovana jidestdana wî de bi pişikdar dizane.