Kurdistanmedia: Artêşa Saybêrî ya ser bi Komara Îslamî ya Îreanê hewla Hekkirina kanala Têlêgramê ya Komisyona Ragehandin û Zanyarî ya Hizba Demokrat dide.
Di çend rojên derbazbûyî de, kanala Komisyona Ragehandin û Zanyarî ya Hizba Demokrat li Têlêgramê, rastî erîşên Artîşa Saybêrî ya Komara Îslamî ya Îranê hatiye.
Artîşa Saybêrî ya Komara Îslamî hewla Hek û rakirina kanala navbirî di Têlêgramê de dide.
Eva di demekî de ye ku heyamek berî niha jî careke din kanala Komisyona Ragehandin û Zanyarî ya Hizba Demokrat bi sedemek nediyar ji Têlêgramê hate rakirin.
Hatiye zanîn ku êrîşa Artêşa Saybêrî ya Komara Îslamî bo ser kanala Komsyona Ragehandin û Zanyarî ya Hizba Demokrat , piştî belavkirina daxûyaniya vê partiyê li hember baykota hilbijartinên dahatî ên “Meclisa Şêvra Îslamî” ber bi zêdebûnê ve çûne.
Di dawiya demsala Payîza îsal de, Komisyona Ragehandin û Zanyarî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, demsaleke nû ji çalakiyên xwe di torên civakî de dest pê kir û her di vê pêxemê de jî, li Têlêgramê kanalek bona belavkirina nûçe û daxûyanî û raporên xwe li Kurdistanê, vekir.
Artêşa Saybêrî ya Îrane pareke jî Sipaha terorîst a Komara Îslamî ya îranê ye ku kiryarên terorîstî di cîhana Mecazî de encam dide.
Artêşa Saybêrî di sala 1386’an û bona çavedêriya cîhana mecazî ya sazî û partiyên dijberî rejîmê û, herweha sîxoriya ji rêya Hekkirin û bidestxistina zaniyariyên girîng û nepenî di cîhanê, de hatiye avakirin.