Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Parîsê meşên nerazîbûnê li dijî seredana Hesen Ruhanî bo Firansayê birêve çû

21:53 - 30 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Li ser daxwaza partî û aliyên siyasî ên dijberên Îranê, li qada “Rêpoblîk” a bajarê Parîsê meşek nerazîbûnê li dijî seredana Hesen Ruhanî bo Feransayê birêve çû û Hesen Şerefî Cîgirê Sekretêrê giştî a PDKÎ jî, di vê meşê de gotarek pêşkeş kir.

Li gor nûçeya gihiştiye malpera Kurdistanmedi yê, Roja 7’ê Rêbendana sala1394’an a Rojî, li ser daxwaza part û aliyên siyasî ên dijber Komara Îslamî ya Îranê û herwisa çalakvanên mafê mirov û çend sendîkayên Firansî, meşek nerazîbûnê li dijî seredana Hesen Ruhanî bo Feransayê birêve çû.

Deftera Nûnerayetiya PDKÎ, çendîn aliyên dijber ên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, Civata Kurdên akincî li welatê Firansayê, çalakvanên mafê Jinan, kempêna piştevanîkirin li girtiyên siyasî, sendîkaya “Sûd” a Firansî, sendîkaya “S.F.D.P” ji wan part û aliyan bûn ku daxwaza birêveçûna meşê li dijî seredana serkomarê Îranê bo welatê Firansayê kiribûn.

Di vê xwenîşandanê de çendîn gotar ji aliyên rêveberên meşê ve hatin pêşkeşkirin.

Hesen Şerefî Cîgirê Sekeretêrê giştî a PDKÎ jî gotarek pêşkeş kir û têde binpêkirina mafên mirov di Îranê de xist ber bas û ragehand ku, di Îranê de hejmara girtî û bidarvekirinê roj tevî rojê zêde dibe.

Hesen Şerefî herwisa rexne ji karbidestên Firansayê girt û got, cihê heyirînê ye ku welatê Firansayê ji aliyekî ve bûye amanca êrîşên terorîstên DAÎŞÇê û di hevpeymaniya navnetewî ya li dijî terorîzm da pişikdar e, lê ji aliyek din ve pêşwaziyê ji karbidestê welatekî dike ku berê DAÎŞ’ê û bi belge û dêkyomênt kiryarên terorîstî encam daye û berdewam jî piştevaniyê ji terorîsma nevnetewî dike.

Herwisa berdevkê PDKÎ ragehand ku, partiya me şanaziyê bi vê yekê dike ku her di destpêkê de “Ne” bi hatneserkara vê rejîmê gotiye.

Rejîma Komara Îslamî bi sedema binpêkirina mafên mirov û çalakiyên navikî, bo heyamê çend salan di bin givaşa cîhanê de bû û, piştî vê vajûkirina rekewtina navkî ya di navbera Îran û welatên 5+1 de, dorpêçên aborî û siyasî li ser Îranê hatin rakirin.

Hewceyî basê ye ku endam û alîgirên PDKÎ bi hilgirtina alaya Kurdistanê û yûbîla PDKÎ, beşdariya barçav di meşê de kirin û bi giştî birêvebirina vê meşê jî dengvedanek baş liser asta cîhanê hebû.

13540.jpg

13541.jpg