Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlîp Hamond: Rûsiya dixwaze ku welatekî piçûk bo Beşar Esed çê bike

22:54 - 3 Şibat 2016

Kurdistanmedia: “Fîlîp Hamond” Wezîrê Kar û barê Derve yê Brîtaniya, gotiye ku; Rûsiya hewla sazikirina welatekî piçûk bo Beşar Esed di Sûriyê de dide.

Li gor raporên belavbûyî, Hamond roja Sêşemiyê 2’ê Subata 2016’an, belav kiriye ku Rûsiya bi cihê ku şer li dijî DAÎŞ’ê bike, Opozisyona Sûriyê bombebaran dike, daku bikare welatekî piçûk a Elewiyan ji bo Beşar Esed di Sûriyê de çê bike.

Hamond di gotûbêja digel nûçegihaniya Routêrs de eşkere kiriye ku; Rûsiya bûye sebebê vê ku rewşa kirîza Sûriyê xirabtir be, û hem welatên dijî Beşar Esed dike armanc û hem jî roleke du alî girtiye berahîka xwe daku hem xwe alîgirê aştiyê nîşan bide, û hem jî dijberên Beşar Esed bombebaran dike.

Hevdem digel danûstandinên di navbera hikûmeta Sûriyê digel nûnerê taybet yê saziya NY û berpirsê rejîma Sûriyê li Jinêvê, artêşa wî welatî pêşve çûne, û eva jî bûye sebeba lawazbûna dijberên Esed.

Heyanî niha çend caran dijberên Esed daxwaz kirine daku Rûsiya dawiyê bi êrîşên xwe bîne, û dest ji piştgirîkirina Esed bikêşe, lêbelê Rûsiya tu girîngiyekê nedaye vê daxwaza Opozisyonê, û êrîşên xwe didomîne.

Rûsiya û Îran du hevalbendên serekî yên rejîma Beşar Esed tên hesibandin û piştevaniyê ji vê rejîmê dikin û heta hêza leşkerî di wî welatî de hene.

Her di vê derbarê de, heyanî niha çend caran welatên Rojava û Amerîka, daxwaz ji wan her du welatan kirine daku dest ji piştgirîkirina rejîma Esed bikêşînin.