Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fuad Me’sûm: Tu pirojeyek Kurdan bo serbixwebûnê tu neye

22:58 - 4 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Fu’ad Me’sûm ê serkomarê Îraqê ragihand ku, Îraq dabeş nabe û Partî û aliyên Kurdistanî jî tu projeyek bo Serxwebûna Herêma Kurdistanê nîne.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, serokomarê Îraqê Fuad Me’sûm di hevpeyvînek televizyonî de li ser ragihandina Serxwebûna Kurdistanê axivî.

Piştî vê ku Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Bazrzanî di peyamekê de ragehand ku nabe emê li bendê bin ku aliyekî din bê û wekî diyarî serxwebûnê bide me, û herweha got ku niha ji her demekê zêdetir hewcehiya me bi birêvebirina referandomê bona diyarîkirina mafê çarenûsa xwe heye, Fuad Me’sûm jî ragihand ku, tu projeyek bo ragihandina serxwebûna Herêma Kurdistanê nîne, û tu partiyeke Kurdistanî jî pirojeyek taybet bi vê mebestê pêşkêş nekiriye û tenanet di vê derheqê de nêrînên cuda hene..

Serokomarê Îraqê di vê hevpeyvînê de behsa milîşên Şî’e yên girêdayî “Heşda Şe’ibî” kir û da xuyakirin ku, Heşda Şe’ibî roleke giring di parastina axa Îraqê û bi taybet parastina bajarê Bexdayê de heye.

Derbarê endambûna Îraqê di hevpeymaniya 4 aliyên Rûsya, Îran û Sûriye de jî, Fuad Me’sûm diyar kir, ku Îraq ne endamê wê hevpeymaniyê ye, lê da zanîn, ku odeya hevrêziya wê hevpeymnaiya 4 alî li bajarê Bexdayê ye.

Fuad Me’sûm herwiha destnîşan kir, ku Îraq siyaseta xwe ya serbixwe heye û siyaseta wê ne girêdayî siyasetên Îran û Amerîkayê ye.

Fuad Me’sûm herweha amaje bi têkiliyên di navbera Îraq û Erebistana Si’ûdiyê de kir û ragihand ku, têkiliyên di navbera Bexda û Riyazê di, diasteke baş de ne.