Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

5 kesên ser bi rejîma Komara Îslamî ya Îranê li Filistînê hatin binçavkirin

23:00 - 4 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Deshilata xwebirêveber a Filistînê 5 leşkirên endamê “Tevgera Sabirîn” bi tawana hevkarî û sîxoriya bo rejîma Komara Îslamî, binaçv kirin.

Roja 14’ê Rêbendana sala 1394’an a Rojî, rojnameya “Urşelîm Post”ê di raporekê de ragehand ku, deshilata Xwebirêveber a Filistînê 5 kesên ser bi “Tevgera Sabirîn” li “Rexê Rojava” an ku “Keranyêyê Xerbî” binçav kirin ku mijulî hevkarî û sîxoriya bo rejîma Komara Îslamî û herweha darêtina pîlanên terorîstî bûne.

Eva di demekî de ye ku piştî têkiliyên rejîma Komara Îslamî û Tevgera Hemasê ber bi lewaziyê ve çûn, Rejîma Komara Îslamî hewla nêzîkbûn û sermayegozariya liser girûp û aliyê “Şî’e” ku “Tevgera Sabirîn” yek ji van e, dide.

Her di vê derheqê de “Hişam Salim” ê serokê Tevgera Sabirînê jî nûçeya binçavkirina 5 endamê xwe piştrast kir û ragehand ku di demekî nêzîk de wê alîkariyên malî û leşkirî ên zêdetir bigehin destê me, lê tu basek ji çavkaniya wan alîkariyan nekir.

Hate eşkere kirin ku ev 5 kes di “Newara Xezê” de çalak bûn lê 2 heftiyan berî niha hatibûn “Rexa Rojava” û bona encamdana êrîşên terorîstî li “Bêyt El-Lehmê” bernamerêjî dikirn.

Hewceyî basê ye ku têkiliyên rejîma Komara Îslamî û tevgera Hemasê di sala 2011’an de û liser çavaniya destxistine nava karûbarên şerê Sûriyê de ber bi lewaziyê ve çûne.