Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îlam: Piropagendeyên endamên Besîc li hember Partiyên siyaî yên Kurd

22:03 - 6 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Li ber nêzîkbûna dema hilbijatinên meclisa Şêvra Îslamî û Xibriganê li Îranê, saziya terorîstî a Besîc di Parêzgeha Îlamê de, dest bi belavkirina tirakt û nivîsandina diruşman li dijî opozîsyonên Kurd yên dijî rejîma Îslamî a Îranê di hundrê welate de kiriye.

Li gor rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, di çend rojên derbazbûyî de, saziya terorîstî a besîc a girêday Spaha pasdaranê, di parêzgeha Îlamê de, bi belavkirina tirakt û nivîsan, li nav xelkê de, Partiyên siyasî yên dijî rejîma Îslamî a Îranê xayîn û kafir dide naskirin.

Saziya Besîc a vê parêzgehê, di wan tirakt û postêran de hewla çewtekariyan û lekedarkirina dîroka Partiyên Kurd daye, û ev wekî neyarên Îslamê binav kirine û bi vê rêyê jî bîr û hesta ayînî a xelkê Kurd li hember Partiyên Kurd kêm dike.

Her di vê derbarê de, rêberên Kurd weke Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Fu’ad Mistefa Siltanî, rêberên partiya Demokrat û Komelê xayîn û karfir bi nav kirine.

Ev tirakt û nivîs, li cade û cihên giştî de, bi awayekî eşkere ji aliyê endamên Besîc ve di vê parêzgehênde hatine belavkirin.

Hindek ji wan nivîsan taybet bûn bi rêniwîniyên endamên besîc yên wî bajarî, ku çavan nehêlin partiyên Kurd yek bigirin û herwiha çawan di nav wan rêxisitnan de sîxoriyê bikin.

Hêjayê gotinê ye ku, ev hewla besîc ji bo vala nîşandana baykutkirina hilbijartinên meclisa rejîmê ji aliyê hindek ji partiyên Kurd yên Opozisyonên dijî rejîmê ye.