Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gemaroyan rojane 190 milyon Dolar zirar li Îranê dixist

22:15 - 6 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Nawenda nûçegehaniya “Tesnîm” a ser bi rejîma Komara Îslamî ya Îranê ji ziman serokê saziya “Mîrata Kilturî” ve ragehand ku, dorpêç û hisarên navnetewî ên Ser rejîma Îranê, rojane 190 milyon Dolar xisar digehandin pîşesaziya Îranê.

“Mesûd Sultanî Fer” di rêûresma vekirina hotêlekî li bajarê Simnanê eşkere kir ku, lewra hinek kesan (Mehmûd Ehmedînijad) gemaroyên navnetewî bi “Kaxezên bê buha” didan zanîn, jiber ku tu zanyariyek liser wan rastiyan nebûn.

Eva di demekî de ye ku hêj hinek ji karbidestên rejîmê liser vê baweriyê ne ku dorpêçên navnetewî tenê “Kaxezên bê buha” ne.
Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê “Eta Salihî”, biryarên “Şêvra Ewlehî ya NY” bi gotinên bê kakil û naverok dan zanîn û ragehand ku, biryarên han tenê “Laf lêdan” in.

Biryarnameya herî nû a “Şêvra Ewlehî ya NY” piştî ceribandina Mûşekî ya rejîma Komara Îslamî hate dayîn û, têde Komîteya Tehrîm a Şêvra Ewlehiyê, ceribandina han bi binpêkirina dorpêçên navnetewî dan zanîn.

Eva di demkî de ye ku xelkê Îranê di 15 salên derbazbûyî de û, piştî lidarxistina dorpêçên navnetewî di warên aborî û siyasî û pîşeyî û ....hwd de, tûşî hejmarek zaf ji asteng û berbestan bûne ku ligorî gotinê karbidestên rejîmê bi xwe, qerebûkirina wan hewcehî bi dehan salî heye.