Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûnên di navbera hêzên opozisyonê û leşkirê Esed û pasdarên Îranê dewam dike

21:10 - 7 Şibat 2016

Kurdistanmeda: Hêzên ser bi Beşar Esed û Spaha terorîst a Komara Îalamî ya Îranê, bi piştevaniya esmanî ya balafir a Rûsiyê, bi tundî bajarê “Helebê” bombebaran dikin, û eva jî bûye sedema awarebûna bi dehan hizar kesî.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, şer û pevçûnên Helebê, ku di navbera ji aliyekê hêzêzn opozisyona hikumeta Sûriyê û ji aliyê din ve hzêzn Beşar Esed bi piştevaniya esman a Rûsiyê û herweha çekdarên Şî’e ên ser bi Spaha Pasdarên rajîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê û Şî’eyên Îraqî, diçe nava qunaxek nû de.

Piştî destêverdanên rasterast ên Rûsiyê ji rêya êrîşên esmanî ve, êrîşên hêzên ser bi Beşar Esed û çekdarên Spaha Pasdaran bo ser opozisyonê ber bi zêdebûnê ve çûne û, eva jî bûye sedem ku bi dehan hizar ji xelkê deverê aware bin û mal û halê xwe bi cih bihêlin û ber bi sînorên Turkiyê ve birevin.

Hevdem digel tundbûna şer û girjî û aloziyên di navbera opozisyon û eniya Beşar Esed û Îran û Rûsiyayê de, Erebistana Siûdî jî biryar da ku hêza Bejayê(Zemînî) bişîne Sûriyê û eva jî bûye sedema kêfxweşiya Amerîkayê û ji aliyê Barak Obama û Wezareta Derve ya Amerîkayê ve pêşvazî ji vê biryarê hate kirin.

Li hember biryara Erebistanê jî Komara Îslamî bertekên tund nîşan dan û ragehandin ku, emê lihemberî wan hêzan bisekinin û şerê wan bikin.

Her di vê derheqê de jî “Welîd Mo’elim” ê Wezîrê Derve yê Sûriyê ragehand ku, hekî Erebistan êrîşê bike ser Sûriyê, emê leşkirên Si’ûdî bi kuştî di “Sindirûkan” de vegerînin Riyazê.

Eva di demekî de ye ku her du welatên Erebistana Si’ûdî û Behrêynê, 150 hizar leşkirên xwe bona pişikdarî di şerê Sûriyê de perwerde û amade dikin.

Hewceyî basê ye ku piştî bêencammana civîna “Jinêv3”, kirîza Sûriyê ber bi xirabiyê ve çû, û rewş her ku diçe aloztir dibe.