Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdoxan got ku Amerîka bila helwesta xwe eşkere bike

19:36 - 8 Şibat 2016

Kurdistnmedia: “Receb Teyêb Erduxan” ji ber serdana nûnerê serokomarê Amerîka bo Kobanê, bertek nîşan da.

Li gor raporên belavbûyê, roja Yekşemiyê 7’ê Sibata 2016’an, serokomarê Trikiyê li hember serdana “Mek Gurk” nûnerê serokomarê Amerîka ji bajarê Kobanê a Rojvayê, ku akênciyên wî bajarî hemû Kurd in,nerazîbûna xwe anî ziman.

Mek Gurk di hefteya derbaz bûy de, ji aliyê serokomarê Amerîkayê bo serdana bajarê Kobanê ku nişteciyên wî bajarî hemû Kurdin hatibû diyarîkirin.

Erdoxan got ku em çavan dibe ku baweriyê bi ve bikin, ez hevalbendê we me, yan jî terorîstên Kobanê? Cihê basê ku Co Baydên cêgîrê serokomarê Amerîka di serdana xwe ya meha derbazbûyî de bo Tirkiyê gotibû ku PKK her weke “DAÎŞ’ê terorîst e, û Amerîka wê piştgiriya Tirkiyê bike, bona cihgirkirina ewlehiyê di Tirkiyê de.

Amerîka ji aliyekî ve bi sedema pêwendiyên xurt digel Tirkiyê, çavpoşiyê ji kuştina hemwelatiyên sivîl ên Kurd bi destên hêzên ewlekariyê ên dewleta Tirkiyê dike, ji aliyekî din ve di Sûriyê de, YPG baskê leşkerî ê PYD wekî hêzekî bi bandor li şerê li dijî DAÎŞ’ê de dihesibîne.