Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pûr Mihemedî: Gendelî di nav rejîmê de heye

21:24 - 8 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Wezîrê Dad A Komara Îslamiya Îranê Mistefa Pûrmihemedî ew yek îtiraf pê kiriye ku di Îranê de bi qasekî zaf gendelî heye, û rejîmî jî di berbirûbûna vê gendeliyê de lawaz e.

Nûçegihaniya IRNA belav kir ku Wezîrê Dad a Komara Îslamiya Îranê di civîna li ser “mafên hemwelatîbûnê” de ragehand ku dibe em vê rastiyê qebûl bikin ku me kêmtirxemî kiriye, û di hemberî gendeliyê de şiyana me lawaz e”.

Pêştir jî hinek ji berpirsyarên hikûmetî bas ji hebûna gendeliyê li dem û dezgehên hikûmetî de kiribûn. Bo mînak Ehmed Tewekolî gotibû ku gendelî di welat de hatiyeb yasayîkirin û bi awayekî sîstematîk di demû dezgehên hikûmetî de geşe dike.

Qisên Pûrmihemedî di demekê de ne ku Rêkxirawa “Şefafiyeta Naveteweyî” di rapora xw eya herî nû de ragehandibû ku Îran yek ji welatên herî fendel e di cîhanê de û di nav 168 welatan de pileya 130 heye.