Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê du şehîdên rêya azadiya Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe

21:31 - 8 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Mam “Ebdulla Wetenxah” bavê şehîd “Celal û Osman Wetenxah” li bajarê Bane çû ser dilovaniya xwe.

Li gor nûçeyên ku gihane malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemiyê 7’ê Sibata 2016’an, mam Ebdulla Wetenxah, bavê du şehîdên rêya azadiya Kurdistanê di temenê 105 saliyê de, koça dawiyê kir.

13648.jpg
Mam Ebdulla kesayetiyekî naskirî di herêmê de bû, herwiha termê navbirî di nav girseya xelkê herêmê û xizm û kes û karên wî di bajarê Bane de bi axê hate spartin.

Şehîd “Osman Wetenxah di sala 1339’an a Rojî de, li gundê “Hewraz” a ser bi bajarê Banê hatibû dinê, navbirî pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû, ku li 26’ê Sermawez a 1360’î d, di cihekî bi navê “Bîlu” di encama bombebarana rejîma Îslamî a Îranê de şehîd bibû.

Şehîd “Celal Wetenxah” di sala 1345’an li gundê “Hewraz” a ser bi bajarê Bane hatiye dinê, navbirî pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû, û di 28’ê Xezelwera 1361’an li cihekî bi navê “Micîse” şehîd bibû, herwiha navbirî wê demê fermandeyekî PDKÎ bûye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karên mam Ebdulla, û xwe şêrîkê wê xema wan dizane.