Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li bajarê Pîranşarê dest bi ser avahiya endamekî PDKÎ de girt

20:43 - 1 Adar 2016

Kurdistanmedia: Dadgeha Pîranşarê bi danîna barimetê, çalakvanekî siyasî yê wî bajarî serbest berdabû, û daxwaza 100 milyon Tûmenî ji malbata wî hemwelatiyê kiribû.

Di hefteya derbazbûyî de, bavê “Celal Lahîcanî” ji aliyê dadweriya wî bajarî ve, bi armanca destbiserdegirtina avahiya wî malbatî hatibû gazî kirin.

13928.jpg
Celal Lahîcanî
Wî hemwelatiyî di derbarê pêşîgirtin ji wê biryara dadweriyê, li gor nirxa wê avahiyê, 100 milyon Tûmen daye wê dadgeha Hikûmetê.

Çend sal berî niha Celal Lahîcanî bi tawana endambûna Partiya Demokrat hatibû binçavkirin, û piştre bi barimetya 100 milyon Tûmenî hatibû azadkirin.

Wî endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi sebeba zext û givaşên hêzên Îtila’ata rejîmê, bi neçarî cih û warê xwe bi cî hişt.

Ev kiryara dadgeha rejîma Îslamî a Îranê di halekî de ye, ku Celal Lahîcanî zêdeyî 6 salan e welat terikandiye.

Malpera nûçegihaniya Kurdpa di raporeke xwe de belav kiriye ku: “Ev biriyara dadgehê li jêr zextên Îdareya Îtila’ata wî bajarî de hatiye encamdaîn”.