Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî kevnarê yê PDKÎ li Urmiyê de koça dawiyê kir

19:32 - 6 Adar 2016

Kurdistanmedia: “Mihemed Îsasifet”, pêşmergê kevnar ê PDKÎ li bajarê Urmiyê de koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Şemiyê 5’ê Adarê kadr û pêşmergê kevnar ê PDKÎ naskirî bi “Mihê Mamedî” xelkê gundê Kasbê, ser bi herêma Enzela Urmiyê bi sedema nexweşiya penceşêrê koça dawiyê kir.

Navbirî sala 1955’an ji dayîk bûye, û di heyama salên 1979’an de heya sala 1984’an wekî kadr û pêşmergeyekî erkên xwe ên hizbî bi rê ve birine.

Navbirî 20 sal bû ku ew nexweşiya penceşêrê hebû. Ew kesekî naskirî û cihê baweriya xelkê herêmê bû, û heya dawî demê jiyana xwe, bi rê û şopa PDKÎ emedgar ma. PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û kes û karên navbirî û xwe hevpar û şirîkê xema wan dixzane.