Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xonçe Feyzullahî : “Her kesekî tenê bo carekê jî Dr. Qasimloyê nemir dîtibe, bê guman terora bi necamêrî (nemirovane) ya wî, roja herî nexweş a dirêjahiya jiyana wî/wê, bibe”.

20:18 - 24 Adar 2016

H: Arif Vêlzî

Wefadariya bi rêbaza şehîdan, rêvîngiya rê û rêbaza pirr ji serweriya Hizba Demokrat a Kurdistanêbûn, dilekî mezin, moralek bilind û cangorîtiyê dixwaze, ev dil û moral û cangorîtiya ku îro rojê û piştî derbazbûna nêzîk bi çar dehikan, em di nava şêre jinên Demokrat de bi zelalî dibînin.

Em dibînin serbarê ve ku piraniya temenê xwe, lavîniya xwe, û hemû jiyana xwe di pêxema rêbaza pirr ji serweriya Hizba Demokrat de gorî kirine, lê hêj xincî sorbûna xwe li ser berdewamiya di vê rêbazê de, hêvî û daxwaza vê yekê ji kes û karên xwe dikin ku, heya gehiştina bi armancên şehîdan, li ser xebat û tekoşîna xwe li jêr siya Hizba Demoktata Kurdistanê de berdewam bin.

Xonçe Feyzullahî jî yek ji wan şêre jina ye ku, pitir ji 37 sal e ku jiyana xwe di pêxema xizmet bi rêbaza şehîdan, wate refên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de terxan kiriye, û hêvîdar e ku wê di pêşerojeke nêzîk de bigehin armancên şehîdan û Hizba Demokrat wê biser keve.

Xonçe Feyzullahî keça Kerîm, berwarê 20’ê heyva Gelawêj a sala 1342’an (1963) li gundê “Ehmedava” ya ser bi bajarê Banê hatiye dinê.

Xonçe Feyzullahî derheq bi nasyariya xwe tevî PDKÎ weka dibêje: “Dema Xumêynî rêberê Komara Îslamî fermana “Cîhad”ê li ser gelê Kurd da, û şerê “Sê mange” piraniya deverên Kurdistanê xiste bin bandora xwe de, min bo cara yekemîn Hizba Demokrata Kurdistanê nas kir.

Wî çaxî Hizba Demokrat bû ku karî li hemberî êrîşên hovane ên çekdar û kirêgirtiyên Komara îslamî de berxwe bide, û berevaniyê ji hebûna netewa xwe bike”.

Xonçe Feyzullahî çavaniya jiyana xwe ya hevpar jî weha ji Agiriyê re bas dike: “Hevdem digel despêkirina şerê “Sê mange”, min hevjînê xwe Rehman naskirî bi “Rehmane Kurde” nas kir û piştî midehek kêm me biryara avakirina jiyana hevpar da, wate hevdem digel destpêkirina şerê “Sê mange” min hem PDKÎ nas kir, û hem jî tevî Rehman jiyana hevpar ava kir û berhema jiyana me jî 5 zarok in bi navên Şino, Şadî , Şehîn, Aram û Akam”.

Xonçe herweha piştî derbazkirina piraniya temenê xwe di nava jiyana pir ji zehmetî ya şoreşvaniyê de, çavnihêriya xwe ji Hizba Demokrat û hevjînê xwe weha tîne ziman: “Çavnihêriya min ji Hizba Demokrat û havjînê min ev e ku, dirêjîderê rêbaza şehîdan bin heya wî çaxî ku digîjin hêvî û armancên şehîdan”.

Xonçe Feyzullahî roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Roja herî xweş a jiyana min vedigere bi wê salê ku, rêberê navdarê gelê me, şehîd Qasimloyê nemir, li Fêrgeha Siyasî Nizamî li Qendîlê, civînek bo jinan pêk anî, wê rojê min bo cara yekemîn Dr. Qasimlo dît, ev çavpêketin û guhdarîkirina gotinên wî şehîdê mezin, roja herî xweş û bîreweriya herî xweş a hemû jiyana min e”.

Herweha di hember de Xonçe roje herî nexwş a jiyana xwe weha bas dike: “Bi baweriya min ne tenê bo min, belkî bo her kesekî ku tenê bo carekê û bo çend deqeyekan Dr. Qasimloyê nemir dîtibe, anku mezinatî û mêrxasî û siyasetvaniya wî gudarî kiribe, bê guma terora bi necamêrî ya wî, roja herî nexweş û bîreweriya herî nexweş a dirêjahiya jiyana wî/wê, wê bibe”.

Xonçe Feyzullahî rû li jin û keç û dayîkên Kurdistanaê dike, û bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tevî rojnameya Agirî tîne: “Gotina min ya rû li jinan ev e ku, bixebitin di pêxema wekhevî û gehiştina bi armancên netewî û demokrasiya bo gelê Kurd, û bi giştî rêbaza Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bigirne pêşiya xwe”.