Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsyona Civakî a PDKÎ bi boneya 10’ê Xakelêweyê roja şehîdên Kurdistanê peyamek belav kir

18:44 - 6 Nîsan 2016

Deqa peyamê weha ye:

Hevwelatiyên rêzdar!
Malbatên serfiraz ên şehîdan!
Kadr û pêşmergeyên hêja!
Mêhvanên rêzdar!


Îro 10’ê Xakelêweyê roja serîhildana jana vê birînê ye ku di vê rojê de, û di sala 1326’an de (31’ê Adara sala 1947’an), bi bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed yekem serkomarê Kurd û hevalên wî, kete ser laşê neteweya Kurd bi giştî û Kurd li Kurdistana Rojhilat bi taybetî. Birînek ku piştî debazbûna 69 salan niha jî her kûr û bijan e, û wekî karesatekê di pêvajoya tevgera Kurd û mafxwaziya wê de tê hesibandin.

Paş jinavbirina Komara Kurdistanê ji aliyê Mihemedriza Şah û piştevanên wî ve, di heyama girtin heya roja bidarvekirina pêşewayê mezin de, gelê Kurd rojên pirr ji nîgeranî û çavnihêrî derbaz kirin, ku gelo çarenivîsa Pêşewayê wan wê çi jê bihêt? Reftara dewleta Îranê di vê derheqê de wê çawa be? Diyar e ku xwezaya deshilatên serberedayî berdewam wisa bûye ku ji riya serkut, hêza zor û bidarvekirinê ve, deshilata xwe bisepînin. Li gora derbazbûyiya deshilatdarên Tehranê ku heya wê demê li hemberî rêberên Kurd de hebûne, herwekî ku digel serkirde û qehremanê neteweyî yê Kurd Simayîl axa (simkoyê Şikak) kirin, dihate pêşbînîkirin ku çi biqewime? Lê bo Pêşewa bendîxane jî sengereke din bû, ku rêvîngên pêşerojê ên wî mamostayê mezin dersa xweragirî, bergirî ji mafê rewa di her rewşekê de, û mana li ser qewl û peymanê lê fêr bin. Bo dijminên Kurd û dijî mafê mirov û dijî dadperwerî û azadî jî, bi nav dadgeha Pêşewa pirr bû ji pêdagirî li ser heq û rastî û azadî û aştî û berxwedana di hemberî stem û nedadperwerî û serberedayî, û dadgeha bêdadiyê biribû jêr pirsyar, û lêpêçîn ji deshilateke dagîrkar dikir.

Malbatên serbilinde şehîdan!

Em îro 69 sal piştî vê karesata dilêş û di roja şehîdbûna Pêşewayê Kurdan de, yad û bîra wan hemû şehîdên serbilind ên xwe bi bîr tînin. Mixabin gelê Kurd di Rojhilata Navîn de, li jêr stema deshilatdar û neteweya fermanrewa ya wisa de dijî, ku her di bîra “pîrozkirin” a kesayetî û zalkirin û sepandina “erk” bi ser “maf” de ye, ew yek ew destewaje ne ku Pêşewa bi bextkirina canê xwe haşa jê kirin, jiber ku di cîhanbîniya Pêşewa de mirovbûn û behayên mirovî girîng bûn.

Di serdema Pêşewa û heya niha jî di serdem reş a Komara Îslamiya Îranê de kêşeyek mezin ya deshilatdarên serberedayî ên Tehranê ew bûye ku wekî Sedsalên Navîn bo wan girîng e ku fermanrewa bin, ne eva ku şêweya fermanrewayiyê çawa be, û xelk û tak û mafên wan çiqas parastî bin. Eva kêşeya bingehîn ya felsefeya siyasî ya PDKÎ digel deshilatdarên serberedayî ên zal bi ser Îranê de, ji serdema Pêşewa Qazî ve heya îro ye.

Hevalên rêzdra, rêvîngên riya Pêşewayê nemir!

69 sal berî niha bingeha deshilatdariyê li Kurdistanê û ji riya hizbeke siyasî û bi serokatiya rêberekî jêhatî wekî Pêşewa Qazî, li ser rewayiya yasayê û hêjatiya kesayetî û li ser daxwaza xelkê hate avakirin. Lewra rewta deshilata kevneperestane ya Kurd jî guherîn bi ser de hat, û ji serkirdayetiya serok êl û derebeg ve hate guherîn bo serkirdayetiya hizbeke siyasî wekî PDKÎ bi bernameyeke pêşkevtinxwazane ve. Li jêr rêberiya zanayekî yasayê, zimanzanekî rewşenbîr û dadwerekî dadperwer wekî Pêşewa, jin bûne hevparê xebat û tekoşînê, û pê danîn nav qada çalakiyên siyasî û civakî, û ciwan bona pêgehiştin û xizmeta bi gelê xwe di pêşerojê de, ji bo derve hatin şandin bo xwendinê, û bi coşeke taybetî ve di bin alaya Kurdistanê de, û bi sirûda nîştimanî ya “Ey Reqîb” xwendingeh bi Kurdî hatin vekirin, û zarokên Kurd bi zimanê Kurdî dest bi xwendinê kirin, û helbest û edebiyat û rojnamgeriya Kurdî bêhneke nû vedan, û di pêxema serbestiyê de, bi azadiyê şa bûn, eva ye cudahiya şêweya deshilatdariya me û wan.

Serbarê hemû wan deskevtan di dema serkomariyê de, Pêşewa Qazî Mihemed bona bergirî ji azadî û mafê rewa yê xwe û gelê xwe, bo azadî û serbestiyê di bendîxaneyên rejîma Şah de em fêr kirin ku xelk û netewe kok û bingeh in, ne serkirde û kesayetî. Rêberên berpirs û şoreşger xwe dikin qurbaniyê serbestî û bexteweriya gelê xwe, ne eva ku xelkê bikin qurbaniyê berjewendiyên taybetî û takekesî ên xwe. Eva ye mekteb û rêbaza PDKÎ.

Hevalên rêzdar!

Piştî herifîna Komara Kurdistanê di heyama çar meh û 13 rojan de, 22 serdarên Kurd digel pêşewayê xwe çûne ber dara îdamê, û canê xwe di pêxema azadî û serbestiya gelê Kurd de gorî kirin. Ew jî 11 serdarên feyzullah begî, çar efserên Komara Kurdistanê li Mehabadê, fermandeyê hêza pêşmerge li Bokanê, û çar efserên Kurd ên Başûra Kurdistanê bûn, ku di bexdayê de bi destên deshilatdarên dîktator ên her du welatan hatin bidarvekirin.

Hevwelatiyên rêzdar!

Dijminên Kurd bi bidarvekirina Pêşewa û serdarên Kurd, bi xeyala xwe xwestin ku neteweya me ji mafxwaziya xwe paşve vegerînin, û serî ji bo zordariya dagîrkeran netewînin, lê gelê Kurd hîn bûye ku çawa bi nirxeke giran û bi tabkirina (tehemula) êş û janên mezin, serî ji zordaran re netewînin, û herwekî rêberê zana û endazyarê vejiyandina şoreşa Kurd û vala derxistina xewna deshilatdarên Tehranê, şehîd Dr. Qasimlo kerem kiriye: “Karwanê şehîdên me dirêj e, û renge ji vê hindê jî dirêjtir be…neteweyek ku azadiyê bixwazewe, dibe ku nirxa vê azadiyê jî bide”, karwanê şehîdên me jî dirêjtir be.

Niha em dibînin ku serbarê şehîdbûna rêberên wekî Qazî û Qasimlo û Şerefkendî, û bi hezaran fermander û kadr û pêşmergeyan, gelê Kurd herwisa li ser piyan e, û xebata demokrasîxwaziya gelê me di Rojhilat de her berdewam e. xebatkarên Kurd li jêr deshilata reş ya axûndan de, serbarê azar û îşkence û gullebarankirin û bidarvekirinan, di rêbaza Pêşewa de hîn bûne ku serî netewînin, û bi şêweyên cur bi cur û di asteke berfireh û bi hişyariyeke baş ve ji bo azadiyê xebatê bikin.

Ciwanên xabatkar ên rêbaza Pêşewayê mezin!

Di newroza îsal de, rêzdar sekreterê giştî ê partiya me, peyameke girîng belav kir, û daxwaza tevlîbûna refên PDKÎ û domandina rêbaza Pêşewa û rêberên din ê şehîd ji xortên neteweya Kurd kir.

Ew daxwaz bi berhevdaneke hûr û nirxandina zirûfa herêmê û welatê me hatiye kirin. Lewra ji bo dildaniya malbatên serbilind ên şehîdan, bi tevlîbûna refên partiya Pêşewa, pêşwaziyê ji daxwaza partiya xwe bikin, û dilê dostan şa bikin, û dijmin jî wekî hertim perîşan û zelûl bikin. Herwek ku dibînin niha pêşmerge di Rojhilata Navîn de, û di asta cîhanî de jî, bûye remza bergirî ji azadî û mafên mirovî û li dijî bîra teng û tarî û terorê sekinye. Me jî ew çavnihêriya ji xelkê têkoşer ê Kurdistanê heye, û hêz û şiyana bajaran û ya çiya bikin yek, û bi hev re berbin canê rejîma serberedayî.

Ku wisa bû, digel amajekirina bi wan rastiyên serve, qonaxeke nû û çarenûssaz li pêşiya me ye. Xelkê Kurdistanê bi çavê hêvî ve li me dinêrin, û vê rewşê hewcehiya wê bi mandîbûna zêdetir û hewl û tekoşîna zêdetir heye.

Ya ku Komara Îslamiya Îranê û sercem dîktator jê ditirsin, yekgirtina civatên xelkê Kurdistanê ye. Kiryarên ne hejî, û cînayetên nêzîk bi çar dehikan ên rejîmê, guman bo tu kesî nehêştiye ku heya ew rejîma li ser kar bimîne, dev ji serkutê bernade, û diyariya rejîmê tenê malwêraniya zêdetir e bo xelkê Îranê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî.

Ew guhertinên ku di Rojhilata Navîn de pêk hatine û di rê de ne, vê yekê îsbat dikin, ku rejîm pê kêfxweş nine, û serdema şanosaziyan, û hilbijartinên saxte ên rejîmê hêdî hêdî bi dawî hatine.

Heya vê cihî jî ku pêwendiya wê bi PDKÎ ve heye, tevî nûkirina peymanê digel riha pak ya şehîdan, em we xatircem dikin, ku PDKÎ xebat ji bo azadiyê û dabînkirina mafê neteweyî bo demekê jî nasekinîne, û bi hewl û tekoşîna berdewam, hêviya şehîdên nemir bi dest dixe.

Hezar silav li riha pak ya Pêşewa û hevalên wî û hemû şehîdên serdema Komarê û tewahiya şehîdên ku di parçeyeke din a kurdistanê de li pêxema bergirî ji Kurdistana Rojhilat, di her kêliyeke zemanî de, canê xwe gorî kirin.

Neman bo rejîma terorîst û terorîstperwer a Komara Îslamiya Îranê

PDKÎ
Komîsyona Civakî
10.01.1395