Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya PDKÎ li Amerîkayê lewha rêzgirtinê da malbata şehîdan

20:37 - 7 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Bi boneya 10’ê Xakelêweyê, roja şehîdên Kurdistanê, Komîteya PDKÎ li Amerîka serdana malbatên şehîdan kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, roja Duşemiyê 16’ê Xakelêweyê, Komîteya PDKÎ li Amerîkayê bi boneya roja şehîdên Kurdistanê, serdana malbatên şehîdan li devera Waşingtonê de kir.

Di vê serdana Komîteya PDKÎ de, lewha rêzgirtinê ku ji aliyê Komîsyona Civakî ya PDKÎ ve hatibû amadekirin, pêşkêşûî malbatên serbilinde şehîdan hate kirin, û bi vî awayaî rêz ji emegnasiya wan di hemberî şehîdan û malbatên wan de ragehand, û cardin peyman digel wan nû kirin ku heya ser emegdarî rê û şopa şehîdên Kurd û Kurdistanê bin.