Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar kes ji dost û endamên PDKÎ di bakura Kurdistanê de, di bûyerekê de canê xwe ji dest dan

20:44 - 7 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Bi sedema hiloşîna avahiyekê, çar kes ji dost û alîgirên PDKÎ canê xwe ji dest dan.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, li gundê “Hêrmî” ya ser bi bajarê Gewerê a parêzgeha Hekariyê li Bakura Kurdistanê, bi sedema hiloşîna xaniyekî, çar kes ji heval û endamên PDKÎ canê xwe ji dest dane.

Di vê bûyera tal de “Emîrxan” yek ji dostên nêzîk ên PDKÎ û ser bi malbateke şoreşger, Se’îd Mehmûdnijad kurê Mistefa endamê PDKÎ, û xelkê gundê “Gêçê” a ser bi herêma Somaya Urmiyê, canê xwe ji dest dan, ku Se’îd Mehmûdnijad her di destpêka şoreşa Kurd li Rojhilat tevlî refên pêşmergeyên PDKÎ bibû.

14401.jpg
Se’îd Mehmûdnijad
Navbirî kesekî dilsoj bû, û pileyên nizamî û pêşmergatiyê yel li pey yekê derbaz kirin, û di hemû erkên xwe yên serpelî, serdesteyî û serlikiyê de serkevtî bû.

Se’îd Mehmûdnijad di sala 1367 (1988)’an de, li gundê “Hêrmî” digel keçeke malbata Emîrxan jiyana hevpar pêk anî, û her li wir jî bi cih bû, û heya dema koça dawiyê jî, yar û hevalê pêşmerge û PDKÎ bû, û bi vê riyê emegdar ma.

Hêjayî basê ye ku di kuştara bikom ya “Gêçê” de ku 13 kes şehîd bûn, her hemû jî xizm û kes û karên Se’îd bûn, ku birayekî wî jî di vê kuştara bikom de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate kuştin.

Sîdar Mehmûdnijad kurê Se’îd temen 13 sal, û Es’d Bawî ji malbata Emîrxan di vê bûyerê de canê xwe ji dest dan.

Gundê Hêrmî cihê bêhnvedan û stargeha pêşmergeyên demokrat di demên dijwar de bûye.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karên wan çend dost û endamên PDKÎ, û xwe şirîk û hevparê xem û kesera wan dizane.