Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alîkariyên Komîteya PDKÎ li Siwîsê gehiştin Komîsyona Ragehandinê

20:53 - 10 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Komîteya Hizba Democrat li welatê Siwîsê, alîkariyên madî bo pêşmerge û Komsyona Ragehandinê ya Hizba Demokrata Kurdistanê dişîne.

Endam û alîgirên Hizba demokrata Kurdistanê li welatê Siwîsê, di pêngavek dilsozane û berpirsane de, hejmarek alavên Komputer ên weke Monitor, Kêys, Keyboard û hejmarek zêde ji alavên “Yedek” bo Komisyona Ragehandinê yê PDKÎ dişîne.

Komîteya Hizba Demokrata Kurdistanê li welatê Siwîsê, bi vê kiryara xwe piştevaniya xwe bo Komsiyona Ragehandinê ya Hizba Demokrat ducarî kirin, û bi eşkere ragehandin ku heya gehiştin bi armanacên bilind ên PDKÎ li gehandina tu alîkariyekê xemsar nabin.
Komîteya Siwîsê cardin îsbat kir ku herdem bi rêbaza Hizba Demokrata Kurdistanaê û malbata şehîdan wefadar e, û berdewam piştevanê pêşmerge ne.

Her di vê derheqê de jî, Komisyona regehandinê ya Hizba Demokrat spasa hewl û mandîbûnên Komîteya Siwîsê dike, û ev kiryara wan bilind dinirxîne, û serkevtina wan di karûbarên xwe de hêvî dike.

14415.JPG

14417.JPG