Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Freedom House: Îran di warê azadiya ragehandinê de di nava 10 welatan dawiyê ên cîhanê de ye

21:51 - 28 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Li gorî rapora salane ya nawenda lêkolîna “Freedom House” ku roja Çarşemî berwarê 27’ê Nîsanê belav kir, Îran di nava 199 welatên cîhanê de, yek ji 10 welatê herî dawiyê ya rêzbendê ye.

Rapor vê yekê eşkere dike ku di bin zext û gêwaşên siyasî û kiryarên girûpên xirabkar û hêzên terorîstî, bona bêdengkirina ragehandinan, di sala 2015’an de, azadiya ragehandinê di 12 salên derbazbûyî de gehişt asta xwe ya here kêm.

Li gorî raporê 10 welatên cîhanê ku din ware azadiya ragehandinê de di rewşa herî xiranb de bûn pêk tên ji, Îran, Bêlarûs,Girava Kirîme, Kûba, Gîne ya Ustiwayî, Êrître, Koreya Bakûr, Sûriye, Turkemenistan û Uzbekistan.

Welatên ku di sala 2015’an de jî azadiya ragehandinê bi awayekî berçav ber bi kêmbûnê ve çûye pêk tên ji, Bengladêş, Turkiye, Feranse, Yemen, Sirbistan, Meqdûniye û Zîmbabwê.