Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îskoretekî taybet yê Xamineyî hate kuştin

21:51 - 1 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Yek ji îskortên hêza taybet yê parastina rêberê rejîma Îslamî ya Tehranê Elî Xamineyî hate kuştin.

Li gorî nawendên nûçegihaniyê ên rejîma Îslamî, roja yekşemî 30’ê Nîsanê, pasdar “Hesen Ekberî” ku yek ji Efserên “Spaha Welî Emr” yê hêza taybet bi parastina Xamineyî ye, hate kuştin.

Malperên ser bi Spaha terorîst ya Pasdaran ragehandin ku, navbirî di dema me’mûriyeta fêrkariyê û perwerdehiyê de, û bi sedema kêşeya teknîkî ya “Çek” hatiye kûçtin.

“Spaha Welî Emr” hêza leşkirî ya taybet bi Spaha terorîst ya Pasdaran e ku, sala 1986’an hatiye damezirandin, û çalakiya herî sereke ya vê hêzê parastina rêberê rejîma Îslamî Elî xamineyî ye.