Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PKK’ê berpirsyariya teqîna Amedê girte stûyê xwe

21:44 - 3 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de, berpirsatiya teqîna li navçeya Pîranê û herwiha êrişa çekdarî ya li navçeya Hênê ya girêdayî parêzgeha Amedê kêşa stûyê xwe.

Şeva borî li nêzîkî avahiyên “Jandarma” û “Emniyet”ê li navçeya Pîranê teqînek derket. Hate gotin, ku teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî bûye.

Herwiha piştî teqînê, dema ku hêzên ewlehiyê ber bi cihê teqînê ve diçûn, hêzên Tirkiyê rastî êrişeke çekdarî hatibûn. Di vê êrişê de 3 leşker birîndar bibûn.

Lê di encama teqînê de, serbazek hate kuştin û 26 kesên din jî birîndar bûn.

Roja Yekşemiyê jî teqînek li nêzî avahiya walî û polîsê bajarê Dîlokê rû da. Ew teqîn bi trombîleke bombebarkirî li pêşberî avahiya walîtiyê binkeya polîs pêk hat, û zirareke zaf gehande derdorê û kuştî û birîndar jî lê ketin.

Piştî teqînê şer û pevçûn di navbera polîsan û hejmarek ji çekdaran de rû dabû, û di encama pevçûnê de, polîsek hatibû kuştin, û 13 kes jî birîndar bibûn. Li navçeya Nisêbînê jî dema leşkerên artêşa Tirkiyê hewl dabûn dakevin nava kolana Çag, teqînek çêbibû, û di encamê de 3 serbazênTirkiyê jiyana xwe ji dest dabûn.