Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Tehranê regeznameya Îranî dide endamên bîhanê ên Spaha Pasdaran

21:48 - 3 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Meclis şêvra Îslamî ya Îranê yasayek pejirand ku têde regeznameya Îranî pêşkêşî malbata wan bîhaniyan tê kirin ku, endamên Sipaha Pasdaran bûne û di şerê Îran û Îraqê û herweha şerê li Sûriyê de, hatine kuştin.

Roja Duşemî berwarê 2’ê Gulanê nûçegehaniya dewletî ya rejîmê “Îrna” yê ragehand ku, “Meclisa Şêvra Îslamî” bi pejirandina vê yasayê hişdariyê dide dewletê ku, gerek di salekê piştî daxwaza regeznameya Îranê, ji aliyê hevjîn û zarok û dayîk û babên wan kesan, ku endamên Sipaha Pasdaran bûne û di şerê di navbera Îran û Îraqê de û herweha di encama şerê Sûriyê de canê xwe jidest dane, daxwaza wan bê pejirandin û dewlet regeznameya Îranê pêşkêşî wan bike.

Eva yasa wan Îraqî û Efxanî û Pakistaniyan digire ku çaxê şerê 8 salî yê di navbera Îran û Îraqê de li kêleka hêzên rejîmê li dijî Sedam Husên şer kirin, û herweha di 5 salên dawiyê de li kêleka hêzên ser bi Beşar Esed, li hêzên azadîxwaz ên Sûriyê dixin.

Eva di demekî de ye ku di sala 2015’an de Meclisa Şêvra Îslamî ya rejîma Tehranê gelaleya dayîna regeznameya Îranî bi wan zarokan ku dayîkên wan Îranî ne û babên wan bîhanî û yan jî şehîdên bîhan ye, ret kir.