Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Danûstanê Sûriyê ber bi şikistê ve diçin

21:52 - 3 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Danûstanên Sûriyê piştî binpêkirina Agirbestê ji aliyê hêzên ser bi Beşar Esed û bi cih hêlana maseya danûstanan ji aliyê heyeta opozisyonê ve, bûye sedem ku rewşa wî welatî ber bi aloziyeke zêdetir her, û destêwerdanên derekî di nava karûbarên sûriyê de ber bi zêdebûnê ve here.

Her di vê derheqê de nawendên nûçegihaniyê ên ser bi rejîma Îslamî ya Tehranê ragehandin ku, Komara Îslamî hêzeke leşkirî ya mezin ya ser bi Sipaha Pasdaran û Artêşa Komara Îslamî û herweha fermandarên rêkxistina Hizbullahê li Başûrê bajarê Helebê cihgîr kiriye.

Nawenda nûçegihaniya “Fars”ê ragehand ku hêzên leşkirî ên ku li Başûrê Helebê hatine bicih kirin, pêk tên ji Sipaha Quds û Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û fermandar û leşkirên ser bi Hizbullaha Lubnanê, û wê di şerên li hemberî dijberên dewleta Beşar Esed de pişikdariyê bikin, û niha jî li benda biryara êrîşê ne.

Hatiye ragehandin ku hêza Arteşa Komara Îslamî li bajarokê “Zîtan” û herweha hêza Sipaha Pasdaran li bajarê “El-hazir” hatine cihgîrkirin.

Hevdema dewleta Erebistanê jî ragehand ku bona berbirûbûna DAÎŞÇê li Sûriyê, emê hemahengiyê tevî wezareta berevaniyê bikin.

Berdevkê wezareta navxwe ya Erebistanê Serleşker Mensûr El-turkî ragehand ku, guherînên zaniyariyan ên di navbera Wezareta navxwe û “Îtilafa Navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê di Sûriyê de, ji aliyê Wezareta Berevaniyê ve tên encamdan, jiber ku Wezareta Berevaniyê, nûneratiya Paşatiya Si’ûdiyayê dike di şerê li dijî DAÎŞ’ê li Sûriyê û ji rêya pişikdariya hêzên Erebistanê di Îtilafa navnetewî de.

El-turkî tekez kir ku, eva bo me pir girîng û sitratejîk e, eva ye ku em destê xwe ji dana tu zaniyariyekê bo hzêzên bîhanî ên li dijî terorîzmê naparêzin, û sitratejiya me dawî anîn bi terorîzma li Sûeiyê ye.

Berdevkê wezareta navxwe ya Erebistanê herweha ragehand ku, Eerebistana Si’ûdiyayê wê hevkariya her welatekî bike ku li dijî terorê bisekine û, hemû ev kes û aliyên ku mijara terorîzmê çavedêrî dikin, dizanîn ku dewleta Erebistanê kariye tevî gellek welatan di vê derheqe de hevkariyê bike ku rê jî qevimîna bûyerên mezin û bi tehlûk di gelek welatên Rojavayî û Erebî de bigire.