Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xerîbbûna boneyên cîhanî

22:11 - 6 Gulan 2016

Kerîm Perwîzî

Ji vê rojê şûnda ku cîhan di halê vegeşînê de bûye, û pêkhateya civakî siyasî ji bo aramî û rehetiya mirovan ava kiriye, û qonax bi qonax ketiye nava hewldanan de, da ku êş û eleman kêm bike, em kêm şahidê hebûna pergaleke wekî Komara Îslamiya Îranê bûne, kuberdewam xeta tunkirinê bi ser hemû riyên çareseriyê de kêşaye, û dijayetiya her cure vegeşînekê dike.

Renge mirov tenê di dema êrîşên Hexamenşiyan, Niron û Mixulan û Berberan li dijî şaristaniyetên mirovahiyê şahidê mînakên wekî Komara Îslamiya Îranê bûye, helbet niha jî DAÎŞ wekî afirandiyê destên hizrên Îslamxwazane ên tundrewane, wekî mekteba Xumeynî, digel Komara Îslamiya Îranê, bûne cemikên şerxwaz û wêrankar.

Di van çend rojên orî de, me du munasibetên cîhanî hebûn, ku nawerok û cewhera wan, nîşan dide ku rejîma Îranê çiqasî dijî hizr û ramanên cîhanî ye. Ew du munasibet jî roja cîhanî ya kedkar û roja cîhaniya azadiya çapemeiyan.

Roja cîhaniya kedkar, bona vê hatiye danîn ku hemû mirov, tex û çînên civakê ji êşa çîna kedkar bihesin, û roja cîhaniya azadiya çapemeniyan jî bona vê hatiye danîn, ku di raserî cîhanê de, rêz ji azadiya ramana mirovan bihê girtin, û seba ramana wan ya cuda ji sîstemê nehêne serkutkirin.

Gelo di Îranê de kedkar û êş û zehmetiyên wan têne bibîranîn? Serbarê vê ku di bin siya deshilata hikûmeta axûndî de, êşa kedkaran û belengaz ên Îranê hezar qat zêdetir ji pêştir bûye, gelo rejîm vê îznê dide kedkaran, ku êş û zehmetiyên kedkarên sedsalên pêşîn ên Amerîkayê bi bîr bînin?

Gelo di roja azadiya çapemeniyê de, kes heya vê îznê jî dide xwe, ku bêje roja 3’ê Gulanê, roja cîhaniya azadiya çapemeniyê y?

Di roja cîhaniya kedkar de, Ruhanî kilîddarê riyakar û fêlbaz ê Komara Îslamî bi tirombêla xw eya gullenebir serdana karxaneyekê dike!. Herwisa di roja cîhaniya azadiya çapemeniyê de, di Amerîkayê de raporek ji “mala azadî” tê weşandin, ku rejîma Îranê di rîza destpêkê ya sansor û serkuta azadiya ramanê di cîhanê de dide nasandin.

Di vir de ye ku em dibînin ku boneyên cîhanî di Îranê de, digel çi xurbetekê dest û penceyan nerm dikin, û sîstema deshilatdariya Îranê heya çi qasî li dijî pêvajoya guhartinên cîhanî ne.