Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diya çar şehîdên PDKÎ li bajarê Sine de koça dawiyê kir

22:38 - 8 Gulan 2016

Kurdistanmedia: “Se’diye Înayetî” diya çar şehîdên PDKÎ li bajarê Sine de koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia “Se’diye Înayetî” diya çar şehîdên riya azadiyê, “Mes’ûd, Selah, Bextiyar û Necme Muradî” û hevjîna Yusif Muradî xelkê bajarê Sine koça dawiyê kir.

“Se’diye Înayetî” di sala 1940’î de ji dayîk dibe, û jineke welatparêz bû ku dema şehîd Selah Muradî di sala 1983’an de di girtîgeheke rejîma Îranê de tê bidarvekirin, berpirsyarên Îtila’ata rejîmê, daxwaz ji navbirî dikin ku bila bêje kurên xwe, ku dev ji pêşmergtaiyê berdin, lê “Se’diye Înayetî” rû li cinayetkarên rejîma Îslamiya Îranê dibêje ku ez şanaziyê bi vê dikim ku kurên min pêşmerge ne.

Termê navbirî di nava girseya xizm û kes û karên xwe de bi axê hate spartin.

Şehîdan “Mes’ûd û Bextiyar û Necme Muradî” di nava refên PDKÎ de şehîd dibin, û tevlî karwanê şehîdan dibin.

PDKÎ sersaxiyê li malbat û kes û akrê “Se’diye Înayetî” dike, û xwe hevparê xem û nerehetiya wna dizane.