Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê derheq rakirina parêzbendiya parlementeran, Tirkiye rexne kir

18:33 - 22 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Piştî vê ku reşnivîsa hilgirtina parêzbendiya parlementeran di parlementoya Tirkiyê de hate pejirandin, Amerîkayê bi tundî Tirkiye rexne kir.

Li gora nûçegihaniyan, di vê derheqê de, berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Mark Toner” got: “Ew bûyer dê “Qualıty”ya (çawaniya) demokrasiyê li Tirkiyê bîne xwar.”
Wî herwisa ragehand ku ew biryar dihêle ku azadiya axaftin û derbirînê berteng bibe.

Wî di doma rexneyên xwe de got: “Amerîka ji nêzîk ve, vê mijarê dişopîne. Herçend ku hizr û ramanên hinek parlemanteran cihê behsê be jî, lê ew nûnerê xelkê ne, û ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Lewra zexta li ser van dikare riya siyasetê jî teng bike”.

Berpirsa karbûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê “Federika Mogherînî” jî, di vê derheqê de got: “Rakirina parzêbendiyên wan hemû parlementeran, cihê şik û gumaneke cidî ye.”

Roja Înê 20’ê Gulanê parlemnetoya Tirkiyê, civîna xwe ya asayî pêk anî, û di vê civînê de, dengdan li ser reşnivîsê bi rê ve çû, û ew reşnivîs bi 376 dengan hate pejirandin.

Li gora zanyariyan, ji wan hemû dosiyeyên ku li dijî parlementeran hatine vekirin, 216 dosiye pêwendiya wan bi terorê ve heye, û piraniya wan jî li ser HDP’yiyan hatiye vekirin.