Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurê “Usame Bin Ladin” bi peyama xwe ya bideng (sotî) gefan li neyarên xwe dixwe

21:13 - 24 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Ew peyama bideng ya “Hemze” Kurê “Usame Bin Ladin”, ku ya çend roj berî niha ye, û tê de dibêje “Beyt El-muqedes, wekî bûkekê ye, ku mareyiya wê xwîna me ye”, behseke germ di nava şirovekarên siyasî de çêkiriye.

Li gora raporan, navbirî dewrana perwedehiya xwe di Îranê de bi dawî aniye, û niha jî dixwaze qonaxeke nû ji jiyana xwe ya cîhadî di nav Elqaîdeyê de derbaz bike.

Belavbûna vê peyama bideng ya Hemze kurê Usame, ku hevdem bû digel belavbnûna peyama “Îmen El-zewahirî” rêberê Elqaîdeyê, li gora şiroveya şirovekarên pirsên siyasî û Îslamî, nîşana hewlên navbirî ye, bona yekdestkirina hemû baskên (cinahên) di nava Elqaîdê de.

Pêkhateya nû ya îdarî ya Elqaîdê ji sê beşên “cîhadî”, “siyasî” û “şer’î pêk tê. Li gora raporan Hemze ku temenê wî 24 sal e, û di gellek şeran de jî beşdarî kiriye, wê rêberiya beşa leşkerî ya Elqaîdeyê bike, û Îmen El-zewahirî jî wê rêberiya beşa siyasî bike, û rêberiya beşa şer’î jî, wê di destê Şêx Ebdullah El-Muhîsînî de be.

Navbirî di sala 2003’an de, di peyameke bideng de daxwaz ji alîgirên xwe di Kabol, Bexda û Xezê kir da ku li dijî Amerîka, Brîtanya û Fransayê cîhadê bikin.

Di sala 2008’an de jî “Hemze” kurê “Usame Bin Ladin” di peyameke xwe ya bideng de, daxwaza jinavbirina tewaw ya Brîtanya, Amerîka, Fransa û Danmarkê kir.

Di sala 2015’an de jî, peyameke navbirî hate belavkirin, ku tê de serbarê vê ku digel Mela Omer rêberê Taliban “beyet”ê dike, daxwaz ji alîgirên xwe kir ku êrîşî ser Îsraîl û Amerîkayê bikin.

Hêjayî basê ye ku di dema hiloşîna hikûmeta Taliban ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve, Hemze û diya wî, çûbûne Îranê, û li wir diman.