Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mohsênî Êjêî” weke serokê Şêvr Çavedêriya Saziya Deng û Reng a rejîmê hate diyarîkirin

21:33 - 26 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Serbarê vê ku Saziya Deng û Renga Rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi tewahî ser bi rêberê rejîmê, Elî Xamineyî ye, Xulamhusên Mohsinî Êjê’î jî, weke serokê nû yê Şêvra Çavedêriya Saziya Reng û Dengê rejîmê, hate diyarîkirin.

Xolamhosên Mohsênî Êjî’î ku bi xwe cîgirê yekemîn û herweha berdevkê Dezgeha Dadweriya rejîma Îslamî ya Îranê ye, roja Çarşemî berwarê 25’ê Gulana 2016’an, weke Heştemîn serokê Şêvra Çavedêriya Saziya Reng û Dengê rejîma Îslamî ya Îranê hate diyarîkirin.

Eva di demekî de ye ku Xulamhusên Muhsênî Êjê’î roja 18’ê Gunlanê liser biryara serokê Dezgeha Dadweriya Rejîmê, weke nûnerên vê dezgehê di Şêvra Çavedêriya Saziya Reng û Dengê rejîmê de, hatibû diyarîkirin.

Erkê serek yê Şêvra Çavedêriya Saziya Reng û Dengê Rejîma Komara Îslamî, nirxanidna karê Saziya Reng û Deng û di encam de amadekirina raporekê di vê derheqê de ye, bo rêberê rejîmê.

Esla 175 yê yasaya bingehîn ya rejîma Komara Îslamî bas ji vê yekê dike ku, Şêvra Çavedêriya Saziya Reng û Dengê Komaara Îslamî ji 6 nûnerên her sê dezgehên sereke ên hikûmeta Îslamî pêk tê, da ku çavedêriyê bi ser çalakiyên Saziya Deng û Reng yê rajîmê de biken û encamên vê jî, di raporekî de bigihînin destê rêberê rejîmê.

Yek ji kiryarên Şêvra Çavediriyê di sala derbazbûyî de eva bû ku, têkiliyên vê saziyê tevî wan hunermendan qut bike ku li gorî gotinên wan “Şi’ûnatê Îslamî” naparêzin. Ew biryar jî piştî vê yekê hat ku, Modlîngek di pirograma “Mahê Esel” de li deng û Rengê Rejîmê de derket.

Her piştî vê biryarê jî bû ku Sipaha Pasdaran jî roja 15’ê Gulanê ragehand ku 170 kes ji çalakên Modlîngê di torên civakî de şinasayî kirine ku di warê wênegirî û mod û terahiyê lêbas çalakî lidar dixistin.