Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

35 keç û kurên ciwan ku beşdarî mêhvaniyekê bibûn şelaq xwarin

22:00 - 26 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Berpirsyarên dadweriyê (qezayî) ên rejîma Îaranê ragehandin, ku wan 35 keç û kurên ciwan destbiser kirine, ku di mêhvaniyekê de beşdarî kiribûn, û me jî 99 şelaq li wan xistin.

Li gora nûçegihaniyan, Îsma’îl Sadiqî serdozgerê giştî û şoreşê yê Qezwînê nivîsand, ku kesên girtî bi sedem bidawîhatina qonaxên xwendinê, di vîlayekê de, li dewra hev kom bibûn, û dest bi reqsê kiribûn.

Navbirî ragehand ku di vê derheqê de dadgehê bilez civînek pêk anî, û ew 35 kes bi tawana têkdana deb û resmên civakê, bi 99 derbên şelaqan mehkûm kirin, ku her wê rojê jî, hukmê wan hate cîbicîkirin.

Du rojan berî destbiserkirina wan 35 kesan, 23 kesên din jî di mêhvaniyeke din de hatibûn girtin. Wan kesan jî bi vexwarina meşrûbatên elkulî, dest bi reqasiyê kiribûn, ku di heman demê de, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibûn girtin.

Di meha borî de jî nûçeyek li ser destbiserkirina heft lîstikvanên naskirî û navdar ên sînemayê di mêhvaniyekê de belav bû.

Polîsê ewlehiya exlaqî ragehandiye ku cîbicîkirina hukmê wan 35 keç û kurên ciwan, bi 99 derbên şelaqan, bona vê bû, ku ew yek, derseke îbretê be, ji bo hemû wan kesên ku kevneşopî û deb û resmên civakê têk didin.