Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza endambûna rejîma Îranê di rêkxistina “Şanghay” de careke din hate retkirin

20:44 - 25 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Daxwaza rejîma Komara Îslamî ya Îranê bona endambûbna di rêkxistina “Hevkariya Şanghay” de, ser barê piştevaniya Rûsiye û Qezaqistanê, hate retkirn.

Roja Pêncşemî û înî, berwerê 23’ê û 24’ê Hezîranê cîvîna saziya “Hevkariya Şanghay” li “Taşkend” a serbajarê ozbekistanê hate lidarxistin û têde daxwaza endambûna rejîma Îslamiya Îranê di vê rêkxistinê de, liser dijatiya herdu welatên Çîn û Tacîkistanê, hate ret kirin.

Daxwaza endambûna rejîma Îslamî ku xwedî piştevaniya Rûsiyê û Qezaqiustanê jî bû, liser daxwaza Çîn û Tacîkistanê hate retkirin û, dewleta Çînê di vê derheqê de ragehand ku, sedema vê ku me dijatiya endambûna rejîma Îslamî ya Îranê kir eva ye ku, Çîn nîgerane ku gotara dijatiya Amerîkayî di nava wan welatan de geşê bike, lewra em endametiya Îranê bi giştî biloke dikin.

Her di vê derheqê de dewleta Tacîkistanê jî ragehand ku, lewra em dengê xwe nadine endambûna Îranê, jiber ku em nîgeran in ku rejîma Komara Îslamî piştevaniyê bide girûpên Îslamî di nava welatên endam di Şanghay de.

Saziya Hevkariya şanghayî, rêkxitina herî mezin ya herêmê ye ku liser bingeha alîkariyên aborî, Çandî û ewlekariyê di sala 2001’an de, ji aliyê serkokê her du welatên Rûsiye û Çînê, bi alîkariya çar welatên Asiyaya Nawendî wate Qezaqistan, Qirqîzistan, Tacîkistan û Ozbekistanê hatiye avakirin.

Di civîna 23’ê û 24’ê Hezîranê de ku bi pişikdariya “Şî Cîn Pîng”ê serokê Çînê û herweha “Wiladimîr Pûtî” ê serokê Rûsiyê hate lidarxistin, biryar hate dayîn ku daxwaza endametiya du welatên Hind û Pakistan bê pejirandin û weke du endamên nû di rêkxistina Şanghay de bên wergirtin, lê daxwaza rejîma Îslamî ya Îranê di vê derheqê de hate retkirin.

Eva di demekî de ye ku ji sala 2005’an ve rejîma Îslamî weke endamê çavedêr di rêkxistina Şanghay de pişikdarî dikin û ji sala 2008’an şûn de jî, hewla endambûna di vê rêkxistinê de dide, lê bi sedema dijatiya Rûsiyê, endametiya rejîmê nedihat pejirandin.

Dewleta Rûsiyê di salên borî de bi sedema hebûna dorpêçên cîhanî ên liser rejîma Komara Îslamî dijatiya endametiya Îranê di vê rêkxistinê de dikir.

Di civînê salane yê vê rêkxistinê de, hertim serkomarê Îranê pişikdarî dikir, lê îsal serkomarê Îranê Hesen Rûhanî di vê civînê de pişikdarî nekirî û di cihê wî de, Mihemed cewad Zerîf ê wezîrê karê derve yî rejîma Îslamî ya ranê pişikdarî kir.

Lê nawenda Nûçegihaniya “ÎLNA”ya ser bi rejîma Tehranê jî ragehand ku, wezîrê karê derve yê Îranê, civîna Şanghayê bi nîşaneya nerazîbûnê, bicih hêlaye.