Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdoxan daxwaza lêborînê ji Potîn kir

22:03 - 28 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Erdoxan serkomarê Tirkiyê, roja borî (27’ê Hezîranê) derheq pêkanîna balafira Rûsî, daxwaza lêborînê ji Potîn kir.

Berdevka koşka Kirimlînê, Dîmîtrî Bîskof, di vê derheqê de ragehand: “Serkomarê Tirkiyê, dilgiraniya xwe derheq kuştina pîlotê Rûsî ragehand, û sersaxî gote malbata wî. Wê herwisa pêdagirî li ser asayîkirina têkiliyên dostane kiriye”.

Berdevkê serkomariya Tirkiyê jî ragehand ku, Erdoxan bona sernixûnkirina balafira Rûsî, li nêzî sînorê Sûriyê, daxwaza lêborînê ji Rûsiyê kiriye.

Ew daxwaza lêborînê ya Erdoxan di demekê de ye, ku navbirî ragehandibû ku balafirên Rûsî sînorê me derbaz kirine, lewra mafê me bû ku em balefirê bixin xwar, û em lêborînê naxwazin.

Karnasên siyasî li ser vê baweriyê ne, ku hewldanên Erdoxan bona destpêkirina têkiliyên dîplomatîk digel Rûsiyê, û Tirkiyê, ji siyaseta wan ya şaş û îzolebûna Tirkiyê ve çavkanî digre.

Hinek ji wan li ser vê baweriyê ne, ku Erdoxan li ser bingeha vê pirojeya ku çend sal berî niha Davûdoxlo bona avakirina dewleteke nû ya Osmanî (Neo Osmanî) danîbû, dixwast ku împeratoriyeke nû ya Osmanî ava bike, lê di vê siyasetê de rastî şikestê hat, û îzole bû, û dostên xwe di herêmê ji dest dan, û niha jî dixwaze vê şaşiyê çareser bike.