Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Caşên rejîma Îranê, hewla şikandina mezinahiya pêşmergeyan didin

22:17 - 28 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Caş û kirêgirtiyên rejîma Îranê bi armanca şikandina rûçikê pêşmergeyan, boxtanan li pêşmergeyan dikin.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, caşên xwefiroş ên Mehabadê, bo şikandina mezinahiya pêşmergeyên azadîxwaz, bi navê pêşmerge ve, li her cihî digerin, û daxwazên bi dûr ji exlaqê pêşmergeyan li xelkê dikin.

Caşên rejîmê li gundê “Gomilyan” daxwaz li xelkê kirine ku her malbatek dibe yek milyonî wekî alîkarî bide PDKÎ.

Herwisa caşên Mehabadê, piştî bêhnvedana di malên xelkê gundê “Gomilyan” û “Roytin” de, ber bi zozanên gundê “Bêngoyn” ve çûne, û daxwaz ji wan kirin, ku keçên xwe bixin xizmeta hêza pêşmerge de.

Herwisa di pîlaneke din de, ya ku caşên rejîmê ji bo pêşmergeyan danîne, zext xistine ser zozaniyên vê herêmê ku cihê pêşmergeyan eşkere bikin, û raportan li ser pêşmerge bidin wan.

Ew hemû pîlanên rejîmê, bona boxtankirin û şikandina hurmeta pêşmergeyan e, û dûr e ji ratsî, û xelkê welatparêz ê Kurd nakeve dava vê pîlanê de.