Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê, Seqizê zêdetir milîtarîze dike

22:18 - 28 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Rejîma dagîrker ya Îslamî ya Îranê hêzeke zêdetir ya leşkerî dişîne bajarên Merîwan û Seqizê.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, herêma Serşîwa Seqizê bi tewahî aloz e, û li gora zanyariyan, ser riya Seqiz û Merîwanê, bûye cihê hatûçûna hêzên rejîmê, û rejîma dagîrker a Kurdistanê, berdewam ji hemû aliyekî ve, hêzê dişîne vê herêmê.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia ragehand, ku Spaha Pasdaran a rejîma Îranê cuda ji pasdarên mirovkuj, bi sedan caşî jî aniye vê herêmê.

Herwisa rejîm bi helîkopteran berdewam bi ser herêma Serşîwa Seqizê de dizivire, û roja Duşemiyê jî, bi 10 toyotayên 3F ku her hemû jî doşka li ser hebûne, ber bi vê herêmê ve çûye.

Her di vê derheqê de, li gundê “Qerebûxere” jî, hêzeke zaf ya rejîm kom bûye, û li çend ciyan de bose (kemîn) danîne.