Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêxistina PDKI li derveyî welat hevkariya aborî kom dike

22:27 - 28 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Rêxistina PDKI li derveyî welat, bona piştevanî ji PDKI dest bi kampaniya komkirina hevkariya aborî kiriye.

Deqa daxuyaniya Rêxistina PDKI li derveyî welat bi vî awayî ye :

Endam û alîgirên Partiya Demokrat li derveyî welat

Welatparêz û dilsojên Kurdistanê !


Her wekî em hemû agahdar in, qonaxeke nû ji xebata gelê kurd li Rojhilata Kurdistanê dest pê kiriye. Keç û xortên qehreman ên PDKI serbilindane di meydana xebatê de amade ne û çeleng û jêhatiyane berevaniyê ji netewe û welat dikin. Serkevtina her xebatekê bona gihîştin bi armancê ji xeynî îrade û hêza mirovî, hewceyî bi piştgiriya aborî heye. Piştevaniya berdewam a xebata rizgarîxwaziya PDKI û gelê kurd jî, tenê bi xelkê xwe bûye ku bi can û mal piştigiriya vê xebata rewa û berheq kirine. Di vê qonaxê de jî ku Pêşmergeyên parêzerên welat li çepera xebatê de ne û ji çi core fidakariyekê kêmasiyê nakin ; erkê hemû takekesên dilsoj û welatparêz li derveyî welat e ku bi hemû awayekê piştevaniyê ji vê rasanê bikin.

Bi armanca piştgirîkirina bi kiryar ji vê rabûnê, kampaniya komkirina hevkariyê li derveyî welat birêve diçe. Bona vê armancê jî li hemû welatan ku komîteyên PDKI hene, lêjneya taybet bi komkirina hevkariya aborî pêk hatiye. Dost û dilsojên demokrat dikarin di destpêka tîrmeha (meha 7) a zayînî hevkariyên xwe yên aborî çi bi rêya bank û çi bi rêya destî ve bibe ; bigihînin lêjneyên diyarîkirî.

Ew hevalên ku li welatekê dijî ku Komîteya PDKI li wir nebe, dikarin hevkariyên xwe birijînin vê hejmara hesaba bankî ya jêr.

Hejmar hesaba piştgirî ji rabûnê li derveyî welat
PDKI
DNB BANK
IBAN:NO2215032247463
BIC/SWIFT:DNBANOKKXXX
NORWAY

Bona wergirtina agahiyên berfireh hûn dikarin peywendiyê bi vê e-mailê ve bikin : [email protected]

Em hêvî dikin ku dost û dilsojên demokrat bi piştevaniya xwe ya aborî, peyameke bihêz bidin ku bi kiryar pişta rabûnê digirin û herdem pişt û hevrêyên PDKI û Pêşmergeyên Kurdistanê ne.

Bi hêviya serkevtinê

Beşa Aborî ya PDKI li derveyî welat

26/06/2016