Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê daxwaz li pêşmergeyên PDKÎ kir ku, bila kelexên pasdaran, radestî wan bikin

22:29 - 28 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Berpirsyarên rejîma Îranê, daxwaz ji pêşmergeyên PDKÎ kirin, ku kelexê pasdaran radestî wan bikin, ku di destên hêza pêşmerge de mane.

Hêzên rejîma Îranê li Sewlawa bi zorî hejmarek ji xelkê gundê ”Dûrû” şandine cem pêşmergeyên PDKÎ, da ku ji wan bixwazin ku kelexê pasdarên wan, ku bêhngenî bûne, bidin wan.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia di vê derheqê de ragehand, pêşmergeyên PDKÎ bi hestkirina bi berpirsyariyê di hemberî jîngehê û yasayên şer, digel daxwaza wan razîbûna xwe eşkere kirine, bi vê şert û mercê ku Spaha Pasdaran jî, termê du şehîdên wan radest bike.

Piştî vê daxwaza pêşmergeyan, berpirsyarên Komara Îslamî ku wekî hertim tu girîngiyekê nadin kesên xwe ên sax û mirî, ji pevguherîna terman poşman bûne.

Her li gora vê nûçeyê, xelk li ser riya xwe çend birîndarên nîvrihî ên rejîmê dibînin, û wan digel xwe dibin bo Sewlawayê.