Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiyên Kurdistana Bakûr jî piştevaniyê dane “Rasan” a PDKÎ û hêza pêşmerge

21:29 - 30 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Partî û aliyên siyasî ên Kurdistana Bakûr, bi fermî piştevaniyê didin xebata nû ya PDKÎ li Kurdistana Rojhilat.

Piştî ku şer û pevçûn di navbera pêşmergeyên PDKÎ û pasdarên ser bi rejîma Komara Îslamî ya Îranê derketin holê, partiyên Bakûrê Kurdistanê jî, weke piraniya partî û aliyên din ên beşên din ên Kurdistanê, piştevaniya xwe bo xebata nû ya Hizba Demokrat nîşan dan.

Di vê derheqê de Alîkarê Serokê partiya Maf û Azadiyan “HAK-PAR’ê ragehand ku, xebata gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat xebatek rewa û berheq e, û hewceyî alîkariyê ye, û em amade ne ku bi hemû awayî hewkariya Hizba Demokrat bikin.

“Hesen Şeşo Gulerî” di vê derheqê de piştevaniya partiya xwe bo xebata nû ya PDKÎ eşkere kir û ragehand ku, netenê partiya me, belkî hewce ye ku hemû partiyên din ên Kurdistana Bakûr piştevaniyê bidin Hizba Demokrat û hêza pêşmerge.

Her di vê derheqê de HDP’ê jî piştevaniya xwe ji xebata Kurd li Kurdistana Rojhilat bi rêberiya Hizba Demokrat nîşan da û ragehand ku, mafê gelê Kurd e ku, li Kurdistana Rojhilat qedera xwe bi xwe diyarî bike.

Îmam Taşçiyer endamên parlimana Turkiyê ku ser bi HDP’ê ye, di vê derheqê de ragehand ku, Îran welatekî dagîrkere û gelê Kurd û PDKÎ li hember zulm û zordariya vê rejîmê dest avêtiye şerê çekdarî, lewra xebata wan heq e, û em piştevaniyê didinê.