Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya “UNPO” bi tundî topbaranê rejîma Îslamî ya Îranê şermezar kir

22:33 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Saziya “UNPO” di daxûyaniyekî de destdirêjiyên rejîma Îslamî ya Tehranê bo ser Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Başûr mehkûm kir.

Saziya Netewên Bê Dewlet “UNPO” bi tundî destdirêjiyên leşkirî ên rejîma Îslamî ya Îranê bo ser Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Başûr şermezar kir.

Piştî vê ku ji roja 15’ê Temûza 2016’an, rewşa sînorên di navbera Rojhilat û Başûr de, bi sedema topbaranên Sipaha Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê tevlî hev bû, xelkê deverê mal û halên xwe bi cih hêlan û aware ketin û tenanet çend hemwelatiyên sivîl jî, ku jin û zarok jî di nava wan de hene, birîndar ketin.

Lewra Saziya UNPO yê di daxûyaniya xwe de aniye ku, piştî çêbûna şer û pevçûnên di navbera hêza pêşmerge ya PDKÎ û Sipaha Pasdarên ser bi rejîma Îslamî ya Îranê di roja 15’ê Temûzê de, êrîşên Komara Îslamî ber bi zêdebûnê ve çûne û topbarana herêmên sînorî ên Kurdistana Rojhilat û Başûrê jî, lixwe girtiye.

Deshilata rejîma Komara Îslamî ya Îranê siyaseteke tund û sitemkarane li hemberî akinciyên Kurdistanê û alîgirên PDKÎ û rêkxistinên din ên Kurdî girtiye pêşiya xwe û girtiyên di girtîgehan de îşkence û îdam dike, bi liberçavgirtina vê rewşê kadrên PDKÎ bona parastin û berevaniya ji xwe, hêz pêşmerge digel xwe digêrînin.

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê di çend rojên derbazbûyî de gefa êrîş bo ser binke û baregehên PDKÎ li Kurdistana Başûr xwarin. Her di vê derheqê de “Husên Selamî” cîgirê fermandeyê giştî ya Sipaha pasdaran gefa vê yekê xwar ku bi dehan hizar mûşek berhev in ku êrîş bikin ser Herêma Kurdistanê.

Her di vê derheqê de UNPO daxwazê ji hikûmeta Îranê dike ku di demekî nêzîk de dest ji destdirêjiyên xwe yên leşkirî bo ser herêmên sînorî ên Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Başûr berde.

Saziya Netewên Bê Dewlet radigehîne ku, wê zext û gîwaşê bixin ser civaka navdewletî bona vê ku pirsa êrîşên rejîma Îranê bo ser xelkê sivîl bê bersiv nebe û hevdem piştevaniya xwe ya berdewam nîşan dide bo hêzên opozisyona demkorasîxwaz, ku niha di pêxema bidestxistina demokrasî û mafên netewî, xebatê dikin.