Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rê û resma 25’ê Gelawêjê li welatê Biljîkê

14:51 - 22 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Bi boneya 67’mîn salvegera avabûna PDK Îranê rê û resmek ji aliyê endam û alîgirên PDK Îranê ve li Biljîkê hat lidarxistin.


Li gor nûçeyê gihîşî malpera Kurdistanmedia, berwar 19’ê Tebaxa 2012’an, rê û resma 25’ê Gelawêjê bi boneya avabûna PDK Îranê bi beşdariya hejmarek berbiçav a endam û alîgirên PDK Îranê li Biljîkê birêve çû.
Rê û resmê bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina xulekek bêdengî bo canê paqij yê şehîdan destpê kir.
Piştre peyama Komîteya PDK Îranê – Biljîk, bi boneya 25’ê Gelawêjê ji aliyê birêz “Îbrahîm Xudamuradî” Berpirsê komîteyê ve hat pêşkêşkirin. Di peyamê de avirek ji hewcehiya dîrokî a avabûna PDK Îranê weke yekemîn partiya mudern û pêşkevtî a Kurdî hat dayîn û amaje bi qonaxên din ên dîroka partiyê hat kirin.
Di beşek din a peyamê de bas ji qonaxa niha a xebata netewî – demokratîk a Kurd bi giştî û bi taybetî xebata rizgarîxwazane a Kurd li Rojhilata kurdistanê û yekîtî û hevxebatiya hêzên siyasî ên Kurd û herweha opozîsyona seranserî a Îranê di pêxema avakirina sîstemek demokratîk û federal di Îranê de hat kirin.
Piştre peyama Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê – Biljîk, ji aliyê “Ako Mînberî” ve bi boneya 67’mîn salvegera avabûna partiyê ve pêşkêş kir.

Şevahenga han bi şadî û xweşiya beşdaran bidawî hat.