Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Tevgera ciwanên Kurd ên Rojavaya Kurdistanê, piştevanî ji xebata rewa ya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê kir

22:00 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Heyeteke Ciwanên Kurd yên Rojavaya Kurdistanê, serdana Deftera Nûnerayetiya Partiya Demokrat li bajarê Hewlêrê kir û piştevanî ji xebata rewa ya gelê Kurdên Rojhilat kir.

Li gorî rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Pêncşemiyê 15’ê Tîrmeha 2016’an, heyeteke Tevgera Ciwanên Kurd ên Rojavaya Kurdistanê, bi serperestiya Yêlmaz Se’îd cîgirê giştî yê vê tevgerê, serdana Deftera Nûnerayetiya Partiya Demokrat li bajarê Hewlêrê kir, û ji aliyê Mihemedsalih Qadirî berpirsê beşa Pêwendiyên Partiya Demokrat li Hewlêrê, pêşwazî ji vê heyetê hate kirin.

Di vê hevdîtinê de, Mihemedsalih Qadirî, tevî tekezkirina li ser stratejiya qonaxa nû a vê xebatê, ji bo pêkvegirêdana xebata çiya û bajar ku ji aliyê Partiya Demokrat ve hatiye ragehand, derbarê ber bi pêşveçûna gavên neteweyî a Kurdistana Rojhilat û herwiha berdewamiya vê xebatê, heta gihîştina bi armancên xwe axivtinek kir.

Her di vê serdanê de heyeta mêhvan tevî piştevanîkirin ji xebat rewa ya gelê Kurd li Rojhilat, hevxemî û serxasiya xwe, bi boneya şehîdên vê “rasan”ê ji bo Partiya Demokrat anî ziman.

border=0