Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên Spaha Pasdaran ji rabûna nû ya Kurdistana Rojhilat biecîne

22:13 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Berpirsekî Sipaha terorîst a Pasdarên Îranê ligel dubarekirina wan tometên bê bingeh ku hergav li PDKÎ û hêzên din ên tevgera Kurdistanê didin, civîna 6 aliyên Kurdistana Rojhilat bi pîlana Erebistan û Îsraîlê binav kir.

Pasdar Sertîp Mecîd Ercumend, Cîgirê Binkeya «Hemze Seyid El Şuheda» a hêza Pasdarên Îranê, di rê û resmekê de ku bo yek ji Pasdarên kuştî yên rejîmê hatibû lidarxistin, got: «Saziyên sîxorî yên Amerîka û Erebistanê ji sala borî ve bi awayekî berfireh û çalak mijûlî têkdana asayişa Îranê ne, û ew proje dest pê kirine.»

Ew berpirsê Spaha dagirker a terorîst a Pasdarên Îranê ku hêza parastina rejîma herî kevneperest û paşverû ya hevdem e, di demekê de ku hewl dida xwe ji bikaranîna navê Partiya Demokrat biparêze, bi edebiyateke naskirî ku gellek car ji zimanê hinek alî û hinek qelemên jehrîn ên li dijî Partiya Demokrat û hizbên din ên Rojhilat tê bikaranîn, partiyên wê beşa Kurdistanê weke « Partiyên kevneşop û kilasîk» bi nav kiriye û gotiye: «Erebistanê soz ji wan grupan re daye ku çek û cebilxane û alevên leşkerî bo wan dabîn bike û piştî 36 salan kariye wan partiyên kilasîk li dora hev kom bike.

Armancca navborî civîna 6 aliyên Rojhilata Kurdistanê ye ku di heyamê 2 heftiyên borî de û bi merema xwe amadekirin bona gef û gurrên rejîma Îslamî ya Îranê du caran li hev civiyane.

Pasdar Ercumend di berdewamiya axavtina xwe de behsa vê yekê jî kiriye ku erkê sereke yê wan partiyan e ku ji aliyê Amerîka û Erebistanê tên piştevanîkirin, têkdana ewlehiya Îranê ye ku xuya ye armanca navborî ewlehiya rejîmê bû.

Piştî peyama Newrozî ya birêz Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê PDKÎ û ragehandina biryara bi hev re girêdana xebata çiya û bajar û rabûna nû û herwiha hemaseyên Şino û Kosalanê, berpirsên rejîmê tuşî tirseke mezin hatine û berdewam hewl didin bi mifah wergirtin ji hêza xwe ya medyayî xebata gelê kurd û PDKÎ berevaj nîşan bidin û çewaşe bikin û weke dar û destekên welatên biyanî bihesibînin.

Lê xelkê Kurdistana Rojhilat di roja 22’ê Pûşperê (13’ê Tîrmehê, 27.mîn salvegera terorkirina Dr. Qasimloyê rêber) nîşan da ku ew xebat ji xwesteka civatên xelkê û dilê civaka Kurdistanê çavkanî girtiye û ew tomet û buxtanên rejîmê ku li Hizba Demokrat dide, bi derew zanîn û bi kiryar selimandin ku tenê xelkê Kurdistana Rojhilat piştevanên rasteqîne û rastîn ê Partiya Demokrat û rabûna nû ne.