Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Rast ya Konsêrvatîv a Almaniyayê: Hatina koçberan bo Almaniyayê gerek were qedexekirin

21:16 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Partiya Rastgera ya Mohafizekar ya Almaniyayê, weke altêrnatîva çareseriya rewşa niha ya Almaniyayê, dawxaz kir ku, bo heyamekî demkî pêşiya hatina Bisulmanan û herweha pêdana mafê akincîbûn û hemwelatîbûnê ya Almanê bi wan re, bê sekinandin.

Alêksandêr Gavlend cîgirê serokê Partiya Rast û Konsêrvatîv ya Welatê Almaniyayê, di daxuyaniyekê de dawxaz kir ku, bi sedema koçberiya bi kom ya Bisulmanan ku bi awayê yasayî dadiketine nava Almaniyayê de, hejmarek berçav terorîstên ser bi girûpên curbicur jî daketine nava Almaniyayê, lewra gerek rê ji hatin û wergitina penaberên Bisulman bo Almaniyayê bê girtin û hevdem mafê akincîbûn û hemwelatîbûnê bi Bisulmanan re nehê dayîn.

Navbirî tekez kir ku, bi sedema êrîşên hovane yên vê dawiyê, gerek bi awayekî lezgîn hatin û wergirtina penaberên Bisulman bo Almaniyayê bê sekinandin, û heya lêkolîn û lêpirsînên hûr ên wan kesan ku daketine nava Almaniyayê û daxwaza mafê penaberiyê kirine bi dawî nehê, tu kesek din nekare were Almaniyayê û daxwaza mafê akincîbûn û hemwelatîbûnê bike.

Lê hindek çavdêrên siyasî liser vê baweriyê ne ku, gerek Gavland weke mafnasek, vê yekê bizane ku, ev dawxaz di cihê xwe de nine.

Her di vê derheqê de “Wolf Hayinşil Fon Hayng” yê Mafnasê navnetewî li zanîngeha Firankfortê ragehand ku, ev dawxaza Partiya Rast ya Konsêrvatîv ya Almaniyayê, bi nîrîneke mafnasane ve, ne rast e, û nabe netewe an ku peyrevên meseb û olekî taybet, ji mafê penaberiyê werin pêparkirin.

Navbirî weke karnasekî mafê navnetewî daye zanîn ku, ev mijar him di yasaya bingehîn ya welatê Almaniyayê de hatye pejirandin, û hem jî di mafên navnetewî û Konvansyona Jinêvê ya derheq bi penaberan de, hatiye pejirandin.