Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Ehwazê xortekî xwe şewitand

21:08 - 21 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Roja Înê 19’ê Tebaxê li Ehwazê xortekî Ereb bi navê “Elî Sincêrî” bi nîşaneya nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî li ser kar derxistina xwe, xwe şewitand.

Elî Sincêrî yê 21 salî, piştî vê ku ji şirketa Petrolê ya bi navê “Maron” hatibû derxistin, bi nîşaneya nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî vê biryara karbidestên şirketê, li ber deriyê şirketa navbirî agirî berda cesteyê xwe û xwe şewitand.

Hatiye zanîn ku Elî bi karê berdewam, mijûlî komkirina têçûya pêkanîna jiyana hevpar bûye.

Hate ragehandin ku eva yekemîn keysa xwe şewitandina hemwelatiyên Ereb ên Ehwaz û Xûzistanê nine û roja 18’ê Pûşperê jî keseke Ereb yê 45 salî, ku xwediyê 5 zarokan bûye û ji rêya firotina ava vexwarinê nanê rojê bo zarokên xwe peyda dikir, bi sedema hejarî û destengiyê, li taxa Melaşiye ya Ehwazê xwe şewitand û dawî bi jiyana xwe anî.

Her di vê derheqe de roja 7’ê Cozerdanê jî Îsma’îl Şawêrdî, kedkarê bajêrvaniya bajarê felahiyê, bi sedema nedana mûçeya wî ya 6 heyvan, xwe şewitand û demûdest jiyana xwe jidest da.

Îsma’îl Şawêrdî yê 30 salî jî xwediyê jin û zarokan bû û peydakirina têçûya jiyana malbatê li stûyê wî bû.

Sala derbazbûyî ji destfiroşekî Ereb li Ehwazê, bi sedema destbiserdegirtina kelûpelên wî ji aliyê kirêgirtiyên rejîmê ve, xwe şewitand.