Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li Mehebadê de koça dawiyê kir

22:27 - 5 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Mela Mihemed Hesenzade, endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Mehabadê de koça dawiyê kir.

Li gorî raporên belavbûyî,roja înê, 2’ê Îlona 2016’an,“Mela Mihemed Hesenzade” endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li jiyê 71 saliya xwe di bajarê Mehabadê de çû ser dilovaniya xwe.

Mela Mihemed Hesenzade li sala 1346’an de bibû endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û heya dawiya jiyana xwe bi rêbaza vê partiyê ku ya hezaran şehîdan e, wefadar ma.

Mela Mihemed di sala 1362’an de ji ber axaftina li merasîma bi xakspartina çend şehîdên PDKÎ de, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat girtin û sê mehan di girtîgehê de ma û bi awayekî hovane hatibû îşkence kirin.

Termê xwedêjêrazî Mela Mihemed li nav girseya xelkê bajarê Mehabadê de bi axê hate spartin. Li vê derheqê de partiya Demkrata Kurdistana Îranê jî sersaxiyê ji malbat û kes û karên rehmetî dike û xwe di vê xema giran de bi şirîk û hevpar dizane.