Kurdistan Media: Komîteya Amadekar ya Kongireya şazdehem a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, agehdariyek rû ji hevwelatiyên Kurdistanê û xemxorên xebata netewî- demokratîk a Kurdistanê belaw kir.
Deqa agehdariyê bi vî awayî ye:
Hevwelatiyên hêja!
Dilsoz û xemxorên xebata berheq a netewî demokratîk a Kurdistanê
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê mijûlê vê yekê ye ku li çend mehên bê de, kongireya 16’mîn a xwe di pêvajoya pirensîpên demokratîk ên cihgirtî li nav metodên xebatê de li dar bixe.
Herwek hemû aliyek dizane, devera Rojhilata Navîn li rewşek pir hestiyar a awisê guhertinan de ye û hewce dike ku Kurdistana Rojhilatê jî li nav van hevkêşe û guhertinan de cî û pêgeha xwe diyar bike. Herwek haydar in Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li van salên dawîn de, biryarek din ji bo qonaxek cuda ji xebat û tekoşînê daye û biryar girtiye ku amadebûna pêşmergeyan li nav Kurdistana Rojhilat de bidomîne û berdewam be li ser girêdana xebata çiya û bajar.
Li rewş û zurûfek weha siyasî û li gor pêvajoyên demokratîk û liberçavgirtina hewcehiyên xebat û tekoşînê, Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kongireya 16’mîn a xwe lidar dixe û komîteya Amadekar a kongireya 16’mîn daxwaz ji hemû dilsoj û xemxorên xebata berheq ya kurd, hemû dost û alîgirên Hizba Demokrat, û kadr û pêşmerge û endam û alîgirên Hizba Demokrat dike ku: li dor siyaset û bernameyên Hizba Demokrat û karên pêwendîdar bi kongireya vê hizbê ve, dîtin û nerînên xwe ji bo Komîteya Amadekar a Kongireyê bişînin.
Li vê derheqê de hewce ye em îşare bi çend hewcehiyan bikin:
Yekem: Hemû babet û nerîn û pêşniyazên we bi Komîteya Amadekar tên sipartin û mifaha hewce ji wan tê standin, û ger tiştek nejêhatî, yan sivikatiyek bi kes û aliyekê yan zaniyariyek ewlehî têde nebe, wekî xwe bi bê destkarî li malpera Kurdistan Media de tê belav kirin.
Duyem: Daxwaza me ew e ku babetên xwe bi kurtî binivîsin, bi awayekê ku ji 8 rûpelan derbaz nebe.
Sêyem: Hewil bihê dayîn ku nivîs, tevî amajeyên belgemend û lojîkî ji çavkaniya babetan re, pêşniyazên rohn û konkerêtî ji bo çareserê têde bin.
Çarem: Midehê şandina babetan heya dawiya meha Xezelwera 1395’an e.
Tevî daxwaza dubare ji we hêjayan, bi dîtin, raman û rexne û pêşniyazên xwe ve, him alîkarê me li dor pêşdeçûna baştir ya kar û bernameyan bin, him jî bi bîr û hizrên tevaliyane ve daku em bikarin Kongireya 16’mîn a Hizba Demokart bikin bi Kongireyekî dîrokî ji bo derbaskirina qonaxên dijwar û nizîkkirina hêviya serkewtina gelê xwe.
Hûn dikarin babetên xwe ji bo malpera ‘’Kurdistan Media’’ bişînin,
yan bi vê navnîşana îmaylê ve bo Komîteya Amadekar ya Kongireya 16’mîn a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bişînin:
[email protected]
Serkewtin ji xebata berheq ya gelê me re
Komîteya Amadekar ya Kongireya 16’mîn a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
16’ê Îlona 2016’an
26’ê Xermanana 1395’an